Saturday, April 19, 2025

JINÊN AFIRINÊR Ê NIRXÊN BI RUMET

Date:

Zîlan bangake mezin bû û aliyê wê ku herî zêde min girîngî dayê ew bû, ku çalakiya xwe pir bi rêxistinkirî, jîndar, bi wêrekî û bi plan kir. Di jinê de aliyê ku mirov herî zêde jê re rûmetê nîflan bide ev e. Bi taybetî jî ev têgihifltineke pir kûr e û li gorî min helwesta herî bi rûmet e. fieweya Zîlan nîflan daye, ew fleweye ku ez dixwazim jîndar bikim. Kesayeta Zîlan di vê wateyê de çi ye? Kesayeta rêxistinbûnê, azadiyê, dilsoziya herî mezin a bi jiyanê û kesayeta êvînê ye.

Zîlan bersîveke wiha da: “Ezê jina qirêj biflewitînim û rihê wê biflînim ezmanan.” Ne wisa? Bangek û çalakiyeke çiqas bi têsîr e. Ez her tim dibêjim: Rastiya Zîlan, rastiya Zeynep Kinaci ji bo me wasîyetek e. Ji felsefeyê heta estetîkê divê em bersîvê bidin pirs û helwesta wê. Divê em çawa bersîvê bidin? Bi jiyaneke hêja, jiyaneke xwe?, hezkirineke mezin û weke hêza afirener û bi çêkirina tevneke bi wate ya jiyanê dikare bersîv bê dayîn.

Rastiya Zîlan tê wateya berovajîkirina pêvajoya jina ku ji Îfltarê heta Zîlanê ev hezar salin hatiye daxistin. Ber bi bilindikirinê ve guhertina vê pêvajoyê ye. Ev ji bo Gelên Rojhilata navîn jî bihareke azadiyê ya rast e. Ji xwedavenda Îfltarê an jî ji Starê-Sterka ber bi çûyîna Zîlanê ve girêdaneke seyr heye. Keça Zîlan an go ya bi navê Zeynep çi kir? Hûr û kûr fikirî û ji rejîmê nefret kir. Heta ku careke din mêrê rejîmê neyne bîra xwe, ew mêr înkar kir. Dîsa jiyana flexsî ya ne bi rêxistinkirî red kir. Bi her awayî red kir û weke îfadeya van bi gifltî çalakiyeke gelekî bi rêxistin, bi plan û bi hêza xwe ya cewherî pêk anî.

Dilsoziya hemû jinan, xweflikbûna wan û bedewiya wan, hîn zêde flervaniya wan heyecanê dide min. Di vî warî de êdî jin bi awayekî klasîk nikare bibe ‘jinik’ a kesekî. Di kesayeta Zîlan de êdî wateya wê gelekî eflkere ye. Mêr jî di vê wateyê de êdî nemaye. Eger hiflê we hebûya, hûnê bizanîbana ku mêr êdî nikare weke mêrê berê bijî. Bi wê çalakiyê êdî xeleka dawî hatiye destnîflankirin. Pifltî kesayeta Zîlan zelal bû, pifltî wê hemû mêrîtiya berê ji holê rabû û mir.

Ji bo bîranîna hevala Sema Yuce, ez çend gotinan bêjim. Ev mîlîtana jin ya hêja, 21 Adarê êvara Newrozê, li hemberî operasyona îmhayê ya faflîst û kesayeta bêxêr ya xiyanetkar, bi çalakiyekê bedena xwe dide ber agir û demeke dirêj bedena wê li ber xwe dide, di 17ê Hezîranê de nefesa xwe ya dawî dide. Ev yek jî çalakiyek bi rengê qehremaniyê ye. Weke tê zanîn, hevalê Fîkrî Baygeldî jî di vê rojê de ji bo bîranîna hevala me, çalakiyek bi heman rengî lidarxistibû û flehîd ketibû. Ev çalakiya wan bi wate ye. Bê guman ev çalakiyên wisa ne, ku divê li ser kûr û hûr bê fikrandin û hin ders bên derxistin. Bi hêza cewherî, bi agir xwe flûfltin, bi agir safîkirina hêzbûn û bêhezbûn, paqijî û qirejiyê em dikarin weke safîbûnê jî binavbikin. Me jî Sema Yuce nas kir. Di nav me de jî perwerde dîtibû. Bawer dikim navê wê yê di wê dewreya me de Serhildan bû. Her tim bi rihê serhildanê jî jiya ye. Sitûyê xwe li ber kesî xwar nedikir, dev ji serhildanê bernedida û kesayetekê wisa ye ku her ku diçe dixwaze vê yekê hîn bêtir watedar bike. Xwediyê nirxandineke kûr û gelek nameyan e. Bê guman emê kesayet û rewfla wan bi awayekî dorfireh binirxînin.

Rastiya Sema tê wateya jina flervanê azadiyê ya mezin ya ku teslîmî mêrê ketî û bêevîniyê nebûye. Rastiya Sema tê wateya xwediye nasnameya ku di serketin, êvîn û xweflikbûnê de bi israr e. Di kesayeta jinê de hilweflandina koletiyê û di jiyanê de lêgerîna serketinê ye.

 

Têsîreke mezin li min kirin’

Zîlan û Sema ji bo di warê jiyana azad ya mezin de, di warê jinê de bibin îfadeya wê, têkoflîneke mezin dan pêfliya xwe. Di vê çarçoweyê de eger hinek jî, mijara gotinê kesayeta Zîlan be, ya ku herî bi hêz wê flopandiye Sema Yuce û hinek jî heval Fîkrî Baygeldî ye. Divê mirov aliyê wê yê herî xweser e jî bîne ziman. Hêz, cesaret û fedakariyeke mezin e. Aliyê wê ya xwerû û kêm jî divê em pêk bînin û rastiya wê îspat bikin.

Bi taybetî tînin ziman ku xwe kirine goriya min. Ji bo ewlehiya wan a herî mezin jî bi taybet navê min tînin ziman. Bi awayekî din, vê çalakiya xwe, wasîyetî me dikin. Di rastiyê de pir bi bawerin ku ezê mezinbûna vê çalakiyê derbasî nav gel, mirovahî û têkoflînê bikim. Ya herî girîng jî berpisyariyeke wisa didin min ku ez vê yekê hur bikolim û encamên pêwîst jê derxînim. Ev hatine nivîsîn, hemû bi belge ne. Nameyên bi cewher in. Hemû rastiyên ku divê bên gotin, bi rengekî têkûz nivîsandine. Her gotinek jê gelekî bi rûmet e. Hevokên herî xwefl tê de hene.

Zîlan hîn teorîk, hîn bi prensîbe û Sema jî hîn zêde bi pirsgirêkan re mijûl dibe û di kesayetiya wê de temamkirina hewldanên pratiknê heye. Ji aliyê ramanê jî nîflan dide ku kesayeta mêrekî dilsoz çawa dikare ji nû ve flekil bigire û li gorî vê bersîveke gelekî hestyar û watedar heye. Ji xwe ew jî tîne ziman. Ev pêkanînên gelekî mezin in. Tenê ne gotinên mezin in, herwisa çalakiyên mezin in jî.

Min dikarî ewqas xwe çalak û bi gewde bikim. Ez dixwazim hîn bi hêz û bi têsîr bim. Ev çil salan zêdetire ku ez bi vî rengî têkoflame û fler aniye heta vê astê. Peydabûna Zîlanan, têsîreke mezin li ser min çêkir. Niha di vê sala dawî de di vê çarçoweyê de ji bo ez xwe bigihînim azadî, jiyanê û cewhera jinê, min xwest ez bi cesaret tevbigerim.

 

Rêber APO

Loading

Share post:

Popular

Li ser Komplo Nirxandina Zekî Şengalî

https://youtu.be/uOb9NYhXydw

Nêrînên Şervanên Me

https://youtu.be/1iH5H9RjC4M

JI BO BÎRANÎNA Ş.ARÎN ŞENGAL

https://youtu.be/k2ZsUD8yiLs

Ş.ORHAN ŞENGAL