Sunday, April 20, 2025

‘YBŞ û YJŞ Yekane Rêya Baweriya Rizgariyê ye’

Date:

 

 

Arîn Kobanê ku kekê wê di nava refên çeteyên DAIŞ’ê de cih digre, di aliyekê de êşên ku gel dikêşe, di aliyê din de çeteyên ku birayê wê çûyî navde li gel wê xemgîniyek mezin dide çêkirin. Arîn Kobanê di derbarê tevlîbûna xwe dinava hêzên azadiyê de weha axivî.

 

Tevlîbûna nava refên YBŞ’ê û YJŞ’ê her ku diçe zêde dibe, hêza xwe gir û berxwedêr ya gelê Êzidî li himberê çeteyên DAIŞ’ê yên hov tekoşînek pir bi hempa daye û niha ji wê berxwedanê berdewam dike. Hêzên YBŞ û YJŞ bûye bingehê hêvî û rûmetê. Yek ji van kesên ku tevlî nava refên YJŞ’ê bûyî ji Arîn Kobanê ye ku niva gundê wan ji DAIŞ’ê re kar dike û di sala 2014’an de di bûyerên Kobanê de kekê wê çû nava çeteyên DAIŞ’ê de.

 

‘ Dema Hat Zanîn Ez Tevlî Rêxistinê Bûme Şer Derket’

 

Arîn Kobanê ya ku bi xwe di berxwedana Kobanê 2015’an de tevlî nava refên azadiyê bû, got; “Divê riyê de mirin heye zivirîn nîne. Min dixwast bi naskirina rêxistinê re tevlîbûna xwe ji pêkbênim, hinek sedemên ku ez tevlî bûyîm ewe ku gundê me ji nîvê zêdetir hevalbendên DAIŞ’ê bûn, di serî de malbata min tê. Vana pir destek dan DAIŞ’ê û ji bo wan kar dikirin, birayê min ji bo DAIŞ’ê xebatên ajantiyê dikir. Piştî demekê bi rêya hevalên xwe bi zorê ji be dinava DAIŞ’ê de xwe bi cih kiribû. Min amedekarî dikir ku ez ji gund derbikevin, şeva ku ez derbikevim hevalan di aliyê me de hatin malbata min ji bi min hesiya ku ez wê tevlî hevalan bibim, bi vê re dinavbera hevalan û alîgirên DAIŞ yên di gund de şer derket. Divê şerê de hevalek birîndar bû û hevalek ji giha şahadetê. Ev bûyer min pir kûrahî de bandor kir, ez ji vê rewşê bêhtîr bi hirs derketim û min ji bo xwe got mirin heye veger nîne û min xwe gihand aliyê ku hevalan lê şer dikir.”

 

‘ Dema Di Kobanê de Gel Şer Dikir Malbata Min Reviya, Vê Ez Pir Birîndar Kirim’

 

Arîn Kobanê da zanîn ku ji ber ji gund derketiye malbata wê ket dibin tehdîtek mezin ya DAIŞ’ê de û wiha dewam kir: “ Dema ez demekê mam nava rêxistinê de, ji aliyê rêxistinê ve ez hatim şandina malê, rêxistin vê biryarê girti bû ev jibo di gunde zererek nerênî li ser malbata min pêkneyê hatibû kirin. Min destpêkê ti wate ne da vê vegera xwe ya malê. Heya min bi vê biryarê rewşek nerazîbûnê da nîşana rêxistinê, ev ji ber kêm tecrubeya min ya dinava rêxistinê de bû dema dem derbas bû min zêdetir wate da vê biryarê. Piştî biryarê ez hatibûm şandina malê û di wan deman de ez pir diketim nava zordariyê de.”

 

Şervana YJŞ’ê Arîn Kobanê li ser berxwedana Kobanê û reva malbatê de axivî û got: “ Di wan deman de bûyerên Kobanê derketibû û malbata min di hewildana revê de bûn, ev rewş min pir dixist nava zoriyê de, hem ji min xemgîn dikir û dinava vê aloziyê de tiştek ji destê min ne dihat. Ji ber ku piraniya gelê Kobanê şer dikir li ser vê malbata min hewil dida bireve, ev min pir di kûrahî de bandor dikir. Li himberê ev qas mirinê berxwedanek mezin dayîna meşandin û li aliyê din malbata min dixwest bi reve, ev yek di serê min de aloziyek dida nîşandan. Di encamê de min ji xwere digot ma ew şervan ji canê wan ne cane.”

 

‘Em Bibin Yek û Di Rêya Heqîqetê De Mil Bi Mil Tekoşînê Bidin’

 

 

Arîn Kobanê diyarkir ku yekane tekoşîn ewe ku xwe perwerdekirin û li himberê çeteyên barbar hesab pirsîne û wiha dewam kir; “ Herî dawî malbata min û yên li gel ji Rojava reviyan û li Amedê bi cih bibûn, ev cihguhertina me min pir êşandi bû. Tişta herî nexweş ewe ku êrîşa çeteyên hov yên DAIŞ li ser xaka te heye û tu nikarî tiştek bikî heya dest û lingê te hatiye girtin. Di berdewamiya van buyeran de çi bibe bila bibe min biryar dubare girtibû ku tevlî nava rêxistinê bibim. Armanca min tevlîbûna nava tekoşînê bû ku xwe perwerde bikim û li himberê çeteyên hov hesabê bi pirsim bû, min baweriya xwe bi vê yekê anî bû. Heya dawî ez giham armanca xwe û min xwe gihand nava refên azadiyê de.”

 

Arîn Kobanê got: “Dema piştî demekê tû rêxistinê nas dikî mirov ji xwe re dibêje xwezî min zûtir rêxistinê nas kiribam, ji ber ku di her aliyê de rastiyek ya Rêbertî heye û bi rastiyekê re rû bi rû dimênî. Wê demê tû dizanî ku ev rêxistin yekane rêya azadiya gelê bindeste, ev rêxistin 40 sale tekoşînê dide û her sal bi bedelên pir mezin dayînê mezin bûye. Ev rêxistin ne tenê di nava sinorê gelê Kurd de mayiye, ji bo tevahiya gelên mezlûm rê dayiye nîşandan û rêyek ya çareseriyê daye hilgirtin. Ji ber vê sedemê ez li kûderê bibim bila bibim bê ferq û cudahî wê di rêya heqîqetê de tekoşînê berdewam bikim.”

 

Herî dawî Arîn Kobanê bang li tevahiya malbatan kir û got: “ Herî dawî bangewaziya min ji bo tevahiya malbatane, bila bi destê xwe zarokên xwe qetil nekin û bi xwîna wan nejîn. Werin em bibin yek û di riya heqîqetê de mil bi milê hev tekoşînê bilind bikin û destûr nedin ku destên bi xwîn xaka me dagir bikin. Bijî Serok Apo.”

 

Loading

Share post:

Popular

Li ser Komplo Nirxandina Zekî Şengalî

https://youtu.be/uOb9NYhXydw

Nêrînên Şervanên Me

https://youtu.be/1iH5H9RjC4M

JI BO BÎRANÎNA Ş.ARÎN ŞENGAL

https://youtu.be/k2ZsUD8yiLs

Ş.ORHAN ŞENGAL