Sunday, April 20, 2025

Şervanên YBŞ/YJŞ’ê Di Çeperan de Çarşema Sor Pîroz Kırın

Date:

 

Li Şengalê ku aliyekî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê û li aliyê din êrîşên çekdarên girêdayî PDK’ê li ser didome, şervanên YBŞ û YJŞ’ê Çarşema Sor pîroz kirin. Şervanên ku di çeperan de Çarşama Sor pîroz kirin, gotin ku ev cejin ji bo wan di wateya ronahiyê de ye. 

Ji bo gelê Êzidî meha Nîsanê tê wateya ku hatina gel hev a hemû xweşiktiyên xwezayê û li Mezopotamya bidawîhatina zivistanek dijwar, cardin şert û mercên jiyanê ji aliyê xwezayê ve hêsan bûne û bi vê boneyê cardin destpêka girêdayîna bi jiyanê re ye. Êzidî Nîsanê weke bûka salê dibînin. Meha Nîsanê ku ji hemû mehên din ên salê cûdatir dibînin, di vê mehê de kes nazewice. Çarşema Sor ku di meha Nîsanê de pêk tê, di baweriya Êzidiyan de xwedî cihek mezine. Êzidiyên ku di çarçoveya baweriya xwe de cejna Çarşema Sor pîroz dikin, vê rojê bi navê Qewl ê taybet duayan dixwînin û vê rojê bi coşek mezin a cejnê pîroz dikin.

 

Di Qewl de wiha tê gotin; “Pêxemberê Xwedê Melekê Tawus ji aliyê Xwedê ve tenê hatiye şandina ser rûyê erdê yên av lê heyî, li çar aliyên dinyayê digere. Ev Melek cihê Laleşa Nûranî dibîne û li vir jiyanek nû dafirîne. Li herêmên ku bingeha dinya û mirovahiyê hatî avêtin, bi metirsiyek tinebûnê re dema rû bi rû dibin, şervanên YBŞ û YJŞ’ê yên parêzvanê Melekê Tawûs û Laleşa Nûranî îro bi zêdekirina wateyek cûda ya li ser vê rojê, Çarşema Sor pîroz kirin. Dibêjin ji bo wan di çeperan de pîrozkirina vê rojê wateyek xwe ya cûda heye.

 

‘Ev cejin ji bo me jêdera moralê ye’

Şervana YJŞ’ê Senem Şengalî ku erka parastina Êziditiyê girtiye ser xwe, wiha got; “Ez destpêkê cejna Çarşema Sor a hemû şervanên YBŞ/ YJŞ ên li eniyên şer bi lehengî parastina xak û gelê Êzidî dikin pîroz dikim. Ev roj ji bo gelê Êzidî rojek pîroze. Em jî weke şervanên YBŞ û YJŞ’ê, vê rojê li tevahî hevrê û gelê xwe pîroz dikin.”

‘Ev cejin ji bo Êzidiyan di wateya roja ronahiyê de ye’

Şervanek din ê YJŞ’ê Perwîn Bêrîtan axaftina xwe bi pîrozkirina Çarşema Sor li tevahî gelê Êzidî destpê kir û wiha got; “Ev cejin ji bo gelê Êzidî weke rojek pîroz tê dîtin. Em jî weke şervanên YBŞ û YJŞ’ê ya yekane hêza parastina Êzidxanê, vê cejnê di çeperan de li rexmê hemû cûrê êrîşan pîroz dikin. Em hêvî dikin ku hem ji bo me şervanan û hem ji bo gelê me, hemû rojên me yên pêşerojê bi şahî derbas bibin.

Perwîn Bêrîtan wiha jî got; “Ji ber em Cejna Çarşema Sor di çeperan de li gel hevrêyên xwe pîroz dikin, em bi coş û moralin. Em vê rewşê ji bo şervanên YBŞ û YJŞ’ê weke serkeftinek mezin dibînin. Hebûna me ya di çeperan de nikare pêşî li pîrozkirina me ya bi coş bigire.”

‘Dijminan timî xwestiye van cejnan asteng bike’

Ji şervanên YBŞ’ê Baran Arjîn ku ji 2014’ê vir de dinava YBŞ’ê de cih digire, wiha got; “Di serî de Rêber Apo û gelê me yê Êzidî yên li Kurdistan û dervey welat dijîn Cejna wan a Çarşema Sor pîroz dikim. Ev cejin ji bo me pîroze. Ev cejnên bi coş her çendî dijmin xwestibe asteng bike jî, lê nekarîn vêna serbixin. Em jî di şert û mercên herî zehmet de bi pîrozkirina vê cejnê îro li vir ji wan re didin nîşandan ku wê ti ticarî nekarin. Bila gelê me baş bizane heya ku YJŞ û YBŞ hebe, wê ti hêzek nikare me ji van nirxên me dûr bixe. Her wiha heya ku em hebin wê ti demê li ser van xakan hewayê cejnê bidawî nebe.”

 

 

Loading

Share post:

Popular

Li ser Komplo Nirxandina Zekî Şengalî

https://youtu.be/uOb9NYhXydw

Nêrînên Şervanên Me

https://youtu.be/1iH5H9RjC4M

JI BO BÎRANÎNA Ş.ARÎN ŞENGAL

https://youtu.be/k2ZsUD8yiLs

Ş.ORHAN ŞENGAL