Sunday, April 20, 2025

‘Weke YBŞ Emê Hesabê Êrîşan Bipirsin’

Date:

 

 

Şervanên YBŞ’ê dan diyar kirin Mesûd Barzani ku Erdogan dost dibîne,  li rexmê ku 5 pêşmerge di êrîşa hewayî de  şehîd bûn jî bêdeng ma û gotin ew weke YBŞ ewê hesabê êrîşan bipirsin.

Şervanên YBŞ’ê êrîşên dewleta Tirk ya di 25’ê Nîsanê de li ser Şengalê nirxandin û gotin ku ewê bersîva êrîşan bidin.

 

‘Tehemûlî pêşkeftinên YBŞ û YJŞ’ê nekirin’

Têkildarî êrîşan şervanê Yekîneyên Berxwedan Şengalê (YBŞ) Rêber Hebabî wiha  axivî: “Bi destpêkirina fermanê re avabûna YBŞ û YJŞ’ê girîngiyek xwe heye. Li Şengalê gelek pêşkeftinên girîng çêbûn. Artêşa Tirk û hevkarê wê PDK’ê tehemûlî van pêşkeftinan nekir. Nekarîn li Xanesorê YBŞ û YJŞ ‘ê bin bixin. Herî dawî balafirên şer bi roket û kazanan li nokteyên YBŞ/YJŞ’ê dan.”

 

Rêber Hebabî wiha domand: “Gelê Êzidî ji bo xwe bi rêvebirînê bi îsrare. Bila Tirkiye û PDK bizanibe ku YBŞ/YJŞ bûye hêviya gelê Êzidî. Her kes dizane ku yên di fermana 3’ê Tebaxa 2014’an de revîn, bi gotinek din, gelê me radestî dijmin kirîn PDK ye. Hîn Şengal bi tevahî nehatî rizgarkirin û 12 gund mayîn di destê çeteyên DAIŞ’ê de, artêşa Tirk êrîşekî wiha lidarxist.  Mesûd Barzani ku Erdogan dost dibîne,  li rexmê ku 5 pêşmerge di êrîşa hewayî de  şehîd bûn jî bêdeng ma.”

 

Rêber axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Artêşa Tirk ji berî  êrîşa hewayî, bi destê PDK’ê li Xanesorê bi bajahî kete nava tevgerê, lê encam negirt. Çawa ku di bejahiyê de ti encam negirtin, wê bi êrîşên hewayî ji ti encaman negrin. Gelê me bê rêxistinbû û hêza xwe nebû, ji bo vê  ferman li serê wan hat. Lê niha YBŞ/YJŞ yên azadiya Êzîdxanê hêviya her kesê ye. Emê weke YBŞ hesab bi pirsîn. Em di zanin ku yên ferman anîne li ser me jî pêşiyên Erdogan bûn. Ji me re dibêjin axa berdin herin. Wê ti caran tiştekî wiha çênebe. Emê qet rê nedin tiştekî wiha. Ev êrîş ne li dijî YBŞ/YJŞ’ê bû, li dijî Êzîdxanê bû.  Li dijî van êrîşan emê hîn xwe bi rêxistin bikin.”

 

‘Divê li dijî êrîşan hemû gelê Êzidî bibin yek’

 

 

Şervanê YBŞ’ê Azad Şengalî jî wiha got: “Ji destpêka fermanê ve ez di nava YBŞ’ê de cih digrim. Bi destpêkirina farmanê re YBŞ/YJŞ hate avakirin. Hêzên ku ji berî fermanê li vir bûn, gelê Êzidî hiştin û revîn. Nêzî 3 salane zarokên Êzidxanê li ser vê xaka pîroz, di nava YBŞ/YJŞ’ê de li dijî hêzên dagirker têkoşînê dikin.

 

Azad Şengalî ev gotin ji kir: “Nîha bi sedan gelê me di destê çeteyên DAIŞ’ê yên nesîbê xwe ji mirovatiyê negirtin de ne. Li aliyek din artêşa Tirk û hevkarên wê  çeteyên girêdayî PDK’ê êrîşî YBŞ/YJŞ’ê dikin.   Armanca wan ewe ku bi vê re DAIŞ’ê rewa bikin.  Çi dibe bila bibe, emê qet li hemberî van êrîşan gavan paş de ne avêjin. Emê roj bi roj têkoşîna xwe xurt bikin.”

Herî dawî  Azad Şengalî ev bang kir: “. Banga me ji dost û gelê me yê Êzidî re ewe ku em hemû bibîn yek û têkoşînê bilind bikine.”

 

Loading

Share post:

Popular

Li ser Komplo Nirxandina Zekî Şengalî

https://youtu.be/uOb9NYhXydw

Nêrînên Şervanên Me

https://youtu.be/1iH5H9RjC4M

JI BO BÎRANÎNA Ş.ARÎN ŞENGAL

https://youtu.be/k2ZsUD8yiLs

Ş.ORHAN ŞENGAL