Sunday, April 20, 2025

JI BO ÇAPEMENÎ Û RAYA GIŞTÎ

Date:

Hêzên YBŞ û YJŞ ji sala 2014’an vir ve li hemberî çeteyên Daîşê têkoşîneke mezin pêk aniye û di vê têkoşînê de bi saya sedan şehîdên xwe ve herêma Şengalê rizgar kiriye. Hêzên me mintiqayên ku di bin kontrolê wî de ewleyî û asayîşê pêk aniye. Heya niha bi tu hêzan re tu pirsgirêk jiyan ne kiriye û bi vê awayî di nav civakê de nêvengê baweriyê çêkiriye.

Di dîroka 22.09.2017’an de derdorê saetê 10.30’an de komekî girêdayî Heşdî Şabî di xeta Sikiniyê û Xeyalê yê ku girêdayî Şengalê de bi îhlal kirina rêzika asayîşa YBŞ ve xwestine bê destûr bikevin mintiqayên me. Li ser vê yekê hêzên YBŞ, ev koma girêdayî Heşdî Şabî hişyar kiriye, lê roxmê giştî van hişyaran ev kom bi helwestên xwe yên şaş re israr kiriye û rêzikên vê mintiqayê yên ku bi xwîna şehîdên YBŞ û YJŞ girtiye bin pêkirinê ceribandiye.

Ev niqaşên çêbûyî di demeke şûn de gûheriye şerekî kurt. Ev şer piştî ku her dû alî kontrola hêzên xwe girtin xilas bûye.

Wek YBŞ, em car din dibêjin ku em ne aliyê şerên wiha ne. Hêzên YBŞ bêyî ku gaveke şûn de bavêje heya dawî mintiqayên ku ji çeteyên Daîşê rizgar kiriye dê biparêze. Em dibêjin ku ev mintiqayên ku bi ked û fedakartiyên mezîn yên şehîdên me ve hatiye rizgar kirin heya dawî em dê biparêzin. Divê tu hêz di vê mijarê de teşebusa ceribandinê li ser me neke.

Derveyî daxûyaniya fermandartiyê me, divê gelê me ji agahiyên qirêj û nûçeyên derew bawer neke. Em bang li gelê xwe dikin da ku têkoşînê di nav refên YBŞ-YJŞ’ê de bilind bikin.

FERMANDARIYA YBŞ

23.09.2017

Loading

Share post:

Popular

Li ser Komplo Nirxandina Zekî Şengalî

https://youtu.be/uOb9NYhXydw

Nêrînên Şervanên Me

https://youtu.be/1iH5H9RjC4M

JI BO BÎRANÎNA Ş.ARÎN ŞENGAL

https://youtu.be/k2ZsUD8yiLs

Ş.ORHAN ŞENGAL