Sunday, April 20, 2025

JI BO ÇAPEMENÎ Û RAYA GIŞTÎ

Date:

Hevrêyê me Xelîl Ereb 6’ê Mijdarê li gundê Medîban dema diçû wezîfeyekê di encama qezayeke ku rû da tevlî karwanê şehîdan bû.

Hevrêyê me Xelîl li gundê Çayir ê girêdayî herêma Baac hat dinyayê.  Di kaosa Rojhilata Navîn de YBŞ wek yekane hêza rizgariya gelên herêmê û zemîna azadiyê dît û tevlî nav refên YBŞ’ê bû. Di nav têkoşînê de tu carî xwe ji tu fedakariyan dûr nexist û bû milîtanekî xurt ê pêvajoyên bêeman. Bi kesayeta xwe ya dilnizm û sade di nav hevrêyên xwe de ku dihat hezkirin, bû xwedî jiyan û hevrêtiyeke mînak. Di pêvajoya ku tevlî bû, di nav hemû pêngavan de bi awayekî aktîf di nav refên pêş de cih girt. Hevrêyê me Xelîl mîrasa têkoşîneke mezin ji me hevrêyên xwe re hişt.

Heval Xelîl ji bo azadiya gelên Rojhilata Navîn, jiyaneke azad û adil di nav refên YBŞ’ê de têkoşîneke mezin da. Eger ev qeza nebûya, yek ji hevrêyên me bû ku wê di pêşeroja gelên Rojhilata Navîn de şop hiştiba.

Em jî wek hevrêyên wî, vê mîras û ala ku em jê digirin, bi gel û baweriyên cuda yên li  Rojhilata Navîn re di serî de Şengalê heta azadî û rizgariya tevayî Rojhilata Navîn em ê hilgirin.

Li ser vî esasî em careke din dilsoziya xwe ya bi hemû şehîdên xwe re dubare dikin. Di serî de malbata me ya hêja em ji tevayî gelê me re sersaxiyê dixwazin. Li ser vî esasî em bang li gelên herêmê dikin ku li hember zext, zilm û dagirkeriyê di nav refên YBŞ’ê de têkoşînê mezin bikin.

***

Navê Kod: Xelil Ereb

Nav û Paşnav: Fewaz Ednan Tebnan Mistefa

Cih û Dîroka ji Dayîkbûnê: 1997/Baac

Cih û Dîroka Şehadetê:  06.11.2017/Mediban

FERMANDARIYA YBŞ

08.11.2017

Loading

Share post:

Popular

Li ser Komplo Nirxandina Zekî Şengalî

https://youtu.be/uOb9NYhXydw

Nêrînên Şervanên Me

https://youtu.be/1iH5H9RjC4M

JI BO BÎRANÎNA Ş.ARÎN ŞENGAL

https://youtu.be/k2ZsUD8yiLs

Ş.ORHAN ŞENGAL