Dî dîroka 15 tebaxa 2018’an de di salvegera komkûjiya Koço de bi deste faîlî fermanê û qirkirina Koço êrîşek din pekhat. Di vê êrîşa bêbext de Endame Koordînasyona Civaka Êzidî Mam Zekî Şengalî şehîd ket. Ev êrîşa bêbext di saet 4’ê êvare de dema vegera merasîma Koço de hate pek anîn. Di esnaya vê êrîşe de 3 hevalên ku bi heval Zekî re diman û bi erke ewlekarî li gel bûn, birîndar bûn. Çîroka bêbextiya Koço xwe car din zindî kir. Qetlîama Koço, ya ku di 15’ê Tebax’ê de pêk hatî, hişmendiya dijminatî û zalimtiya li ser gelê vê xakê bû. Şêwazê bi ser de hatina 15 tebaxa 2018, resmê erîşa lî reseniya me û hişê dîrokî yê dijminê me ye. Ev hemû êrîş jî di dîrokên plankirî de hatiye pêkanîn. Lewra di 15’ê Tebaxê de pêkanîna êrîşek bi vî rengî xwedî wateyek bi çi rengê ye ev yek tê zanîn. Di şexsê kedkarê avabûna me, rêberê têkoşîna me Mam Zekî de êrîşa ku pekhatî hişekî dîrokî û tolhildana dîrokî ya ji Êzîdxan, gelê bindest, civaka azadixwaz e. Êrîşa lî ser Mam Zekî plan û xwesteka temamkirina fermanê ye. Ji bo kesayeta Mam Zekî li peşiya fermane sekinî, xwest bi zanîstî rêxîstîn û yêkîtîya gelê me ava bike û hemû hebûna xwe kir bin xizmeta vê armancê de hat hedef girtin.
Em wek YBŞ Û YJŞ dibêjîn ku ê ku bi vê êrîşa sultane daîşê re bûyî hevkar û bi ferasete bêbext a erdoxan de di şexşê Mam Zekî de êrîş li ser civaka Êzidî anîn we ji van re nemîne. Wê tola Mam Zekî bê rakirin. Wek YBŞ me bi têkoşîn û berxwedaniya xwe dan nîşan ku her dilopek xwîna şehîda me mezîntir dike, gav pêşde di tê avetîn. Her dilopek xwîna şehîd wê bibe sutuna yekîtiya gelê me û mezîn bûna YBŞ Û YJŞ. Her wiha di derheqê vê êrîşê de pêwîst e hêzê peywendîdar helwesta xwe dîyar bikin. Wê ev êrîşa dewleta tirk û hevkarê wî jî wan re nemîne. Emê sekn û tekoşîna Mam Zekî bixin hêz û sekna YBŞ Û YJŞ. Li ser vê xakê tu êrîş wê bê bersîv nemîne. Em heta dilopa xwîna xwe ya dawî gele xwe, nirxe xwe biparêzin. Emê bibin şopdarê xeyalê Mam Zekî û hêza parastina xwe mezîn bikin û azadîya vê xakê misoger bikin. Em soza têkoşînê û serkeftînê misogerkirinê didin Mam Zekî. Em jî mamê xwe re dibêjîn ku emê tola te ji dijminan re nehelîn.
Oxir be mamê me, hevreyê me!
Emê tola te li erdê nehêlin.
FERMANDARIYA YBŞ
18.08.2018