Saturday, April 19, 2025

JI BO ÇAPEMENÎ Û RAYA GIŞTÎ

Date:

3’êmîn salvegera rizgarkirina Şengal’ê ya roja serkeftina gelê me de, em vê rojê li tevahî gelê xwe yê azadî waz pîroz dikin û di şexsê Şehîd Berxwedanan û Şehîd Bêrîvanan de tevahî şehîdên xwe yên qehreman yên şênberiya bi destxistina serkeftinê ne birêz û bi minnet bibîrtînin. Soza me wê bibe xwe gihandina xeta azadiyê ya ku em ji Rêbere azadiye fêr bûne û wê bibe bilindkirina berxwedaniya şehîdên xwe yên qehreman û xweseriya şengal.
Ji avabûna pergala netew-dewletan heyanî roja me ya îro hêzên nîjadperest bi armanca tinekirina ol, çand û vîna kêm netewan, êrîş û komployên cûr be cûr pêş xistine. Di roja me ya îro de ev şer wek şerê cihanê bûye şere dagirkerî û gelê bindest. Yek ji van civakên ku bi destê hêzên nîjadperest hat xwestin ku were tinekirin jî, civaka me ye. Ji kevnariya dîrokê heya êrişên dawiyê yê ku di 3’ê Tebaxa 2014’an hat pêşxistin, bi armancên qirêj û kîrêt hat xwestin ku civaka me were tinekirin û li ser vê bingehê bi şêwazên herî qirêj li ser me êrîş hat pêkanîn. Bêgûman yek ji van êrîşan jî êrîşa 3’ê meha 8 ya 2014 ku ji aliyê çeteyên hov yên DAIŞ’ê hat pêkanîn e. Di vê êrîşa ku wekê fermana 73’emîn tê bi nav kirin, bi hezaran jin û xortên civaka me hatin qetilkirin, bi sedan jin ji bona ku nekevin destê van çeteyan jiyana xwe bi dawi kirin û bi hezaran jin jî bi ketina destê çeteyên hov di bazarên nav-dewletî de wekê kole hatin firotin. Yê ku di vê fermanê xwe gihand hewara gelê me û bi qorîdorê mirovahiyê rê vekir ku gelê me ji nav pergala qirkirin-komkûjiyê xilas bibe û derbasî cihekî ewleh bibe hêzên parastina gel bûn û bi alikariya wan weke Yekîneyên Berxwedana Şengal’ê me birêxistin bûna xwe li ser esasê tolhildana 73 fermanan ava kir.
Bêgûman di pêvajoya vê berxwedaniyê de, ji roja vekirina qorîdora mirovahiyê û heyanî rizgarkirina bajarê Şengal’ê gelek rêhevalên me yên qehreman gihîştin şehadetê. Di berxwedaniya sînge sîng ya 11 mehan, ya ku li kolanên Şengalê hat meşandin de di asta herî jor de rêhevaltiyek xurt, wêrekbûn û fedakartî hat jiyankirin. Divê mirov rizgarkirina bajarê Şengal’ê weke berhem û encamê vê têkoşîna bilind ya 11 mehan binirxîne. Bêgûman bi saya şehîdên me û felsefe-birdoziya Rêber APO bi zanistiya parastina hebûn, çand û ola xwe em gehiştin heya roja me ya îro. Li ser vê bingehê di têkoşîn û berxwedaniya 4 salan de, gelek destkeftî û serkeftinên me çêbûn. Her çiqas ji aliyê hêzên faşist-qirker ve hatibe xwestin ku bi komplo û êrîşên cûr be cûr ev serkeftin û destkeftina heyî were perçiqandin û tinekirin jî, ev hêz ne gihîştine van armancên xwe. Li kêlekê têkoşîna li hember DAİŞ wek feraseta wî jî di nav erîşekî de bûn. Wekê êrişê 3 meha 3’ê ya 2017’an li Xanesor’ê hat pêkanîn, piştî wî êrişên hewayî yê ku ji aliyê artêşa Tirk ya t.c ve hat pêkanîn û herî dawî jî komploya ku li ser Mamê civaka me Mam Zekî Şengalî hat pêkanîn û bû sedema şahadeta wî, bêgûman bi heman feraset û armancên berdewama fermana 73’êmîn hatiye pêşxistin. Lê dîsa her çiqas ji bona tinekirina vîn û baweriya gelê me êrîş û komployên qirêj hatibe pêşxistin jî, soza ku me daye şehîdên xwe û ala berxwedaniya ku me ji şehîdên xwe girtiye, têkoşîn û berxwedaniya ku weke mîrate me ji wan şehîdên xwe girtiye kêlî bi kêlî mezin bû û wê roj bi roj mezin bibe. Li ser vê bingehê piştî şehadeta Mam Zekî Şengalî û şehid Mahir, ji bona pêkanîna armancê wî û xwe gihandina xeyalên wî yên Şengalek azad û xweser xebatên me di her deverê jiyanê de wê berdewam bike. Herî dawî çûyîna me ya Sîba û Til-Ezer û li vê derê mayîna hêza me jî, encamê vê berxwedanî û têkoşîna tola şehîdan a çar salan e.
Li ser vê bingehê carekê din di sêyemîn salvegera rizgarkirina Şengal’ê de vê rojê li tevahî gelê xwe pîroz dikin û di şexsê rêheval Mam Zekî Şengalî de tevahî Şehîdên nemir yên berxwedaniya bêhempa ya Şengal’ê birêz û bi minnet bibîrtînin û heya xwe gihandina serkeftin û azadiyê, em soza bilindkirina têkoşîn û berxwedaniyê û her wiha pêkanîna rol û mîsyona ku ev pêvajoya girîng ji me dixwaze didin.

FERMANDARIYA YBŞ

12.11.2018

Loading

Share post:

Popular

Li ser Komplo Nirxandina Zekî Şengalî

https://youtu.be/uOb9NYhXydw

Nêrînên Şervanên Me

https://youtu.be/1iH5H9RjC4M

JI BO BÎRANÎNA Ş.ARÎN ŞENGAL

https://youtu.be/k2ZsUD8yiLs

Ş.ORHAN ŞENGAL