Di duyemîn salvegera berxwedaniya xanesor’de di destpekêde di şexsê mertalê berxwedaniya Xanesore Ş. Nûjîyan,Ş. Orhan, Ş.Çiya,Ş. Fîraz Ş.Tekoşîn ,Ş.Nazê, Ş.Amed, Ş. Çekdar, Ş.Şoreş de em tevahî şehîdê axa berxwedêr şehîdê 73’ê fermana û tevahî şehîdê têkoşîna azadiye bi bîr tînîn.
Wekê tê zanîn bi plansaziyeke dagirkerî, bi navê DAÎŞ’ê sisiyê meha heşt xwastin fermanekê li serê gelême de bînîn û koka me ya resen ji holê rakin. Lê belê bi berxwedaniyeke bê hempa ev planên dagirkeriyê vala hatin derxistin. Di serî de bi hezaran keç dayîk û yê ku berxwedan û teslîmî dagirkerîyê nebun û xwîna xwe li ser vê axê ji mere kirin dîrok bi saya serê pakrewanên azadiyê re tenê me ev êrîşa hovane neşikand di heman demê de bi rêxistinekê parastinê yê bi hêz me bersiva vê fermanê da. Dagirkerê ku bi vê berxwedanê planê wan vala derketîn û xêr ne xwazê vê xakê dev jî hefsudiyê xwe ê qirêj berne dan. Di sisiyê adara 2017’da ev êriş bi navê çeteyê roj ên kû dagirkeriya tirka ew demek bu lî başîqa amade dikirin û jî bo êrîşek bi vî rengî dihat perwerdekîrîn.Bi hewildanekî provakator êrîşekî dan dest pêkirin. Lê vê carê jî dijmina xwe bi rengê îxaneta navxweyî xwe bi nav kire, raserê lehengê vî gelî, keçê vî gelî û dayîkê vî gelî ên ku bi destê xwe û bi kevirê destê xwe buna mertal hatin. Car din bi berxwedaniya şervanên leheng keç û dayikên vî miletî yê qehraman ev plana dagirkeran û ev îxaneta herêmî ev plan u leyîstokê dagirkeran hat vale derxistin û emelê wan yê dagirkerî di qirka wan de man.
Li ser vî esasî di salvegera duyemîn ya xanesorêde em ji tevahî gelê xwe û tevahî cîhanê re dibêjin wê her dilopek xwîna şehîdên me û hêza me ya YBŞ û YJŞ wê bibe têkoşîn û ezma zaferê. Em car din di huzura hemu şehîdên xwede soz didin ku wê bi tekoşîn û bi berxwedaniyê li ser vê axê pêşerojek azad wê were avakirin wê tu dagirkerî nikaribin li ser vê axê xeyalê azadiyê bi çewisînin. Eme wê tolhildana me ya şehîdan di SALVEGERA DUYEMÎN DE her dilopa xwîna şehîdan wê xwe di ruhê têkoşîna me de wê xwe mezin bike bibe hêz rêxistin u pêşeroja civaka êzîdî. Di tekoşîna me ya sala 2019 wê bibe sala berwedaniyekê mezin serkeftinek mezin wê bibe sala şikandina tecrîda li ser îmrali û têk birina faşîzmê û azadiya gelê kurdisyaniyên êzîdxanê. Ew tovên ku bi felsefeya rêber APO em fêrî berxwedan parastin û rêxistinkirinê kirin li serê ciyayê şengalê wê bibe zindîkirina baweriya ezda û xeyalê derwêş u edulê yê azadiyê.Bi vê yeke em di şexsê Leyla Guven’de ên ku li dijî faşizmê û dagirkeriyê berxwedidin bi rêzdarî silav dikin.
Disa em di şexsê şehîdên Xenesorê de tevahî şehîdên têkoşîna azadiye û 73 fermana bi bîrtînin û soza têkoşînê nû dikin.
FERMANDARIYA YBŞ-YJŞ
02-03-2019