Wednesday, April 16, 2025

JI BO ÇAPEMENI Û RAYA GIŞTî

Date:

 

Wek tê zanîn hemû gel û tevger xwedî rojên pîroz û bi wate ne. Bêgûman ji bo gelê Kurd û hemû gelên Kurdîstan û heremê jî 15’ê Tebaxê rojek pîroz û mîlade ke. 15’ê Tebaxê ji bo hemû gelên heremê hêviya azadî û li hember dijmin jîyan ji nû ve rexistinkirinê ye. Li ser vê bingehê em cejna vejînê di serî de li gelê xwe, li gelên heremê û hemû gelên bindest pîroz dikin û hemû şehîdên Kurdistanê bi rêzdarî bibîr tînin.

Dewleta faşîst û qirker a Tirk her tim êrişî pîroziyên gelên Kurdistan û heremê dike. 15’ê Tebaxê çawa ku wek roja vejînê be, ji bo civaka me di heman demê da roja ferman û şehîda ne jî. Dijmin vê roja pîroz, ji bo gelê me yê Êzîdî vegerandine rojek tarî. Pistî fermana 3’ê Tebaxê dewleta faşîst a qirker bi destê çeteyên DAIŞ’ê 15’ê Tebaxê jî li gundê Koço bi qetlîaman xwastiye fermana 3’ê Tebaxê bi encam bike. Dîsa di 15’ê Tebaxa 2018’an dewleta faşîst bi êrîşekî namerdane Mam Zekî şehîd xist. Ji fermandarê tevgera me, rêhevalê me û pêşengê gelê me Seîd Hesen jî bi heman rêbazê şehîd xistin. Dîsa roja 17’ê Tebaxê li gundê Sikêniyê bi êrîşek hovane li ser nexweşxaneyê qetlîam çêkir. Li ser vê bingehê em hemû şehîdên van qetlîama bibîr tînin û soza serkeftina têkoşîne didin.

Dewleta faşîst a Tirk bi destê çeteyên DAIŞ’ê 3’ê Tebaxa 2014’an de êrîşî çanda me, baweriya me û xwesteka me ya azadiyê kir. Li hember van dijminên mirovahiyê di pêşengtiya Mam Zekî û Seîd Hesen da, gelê me xwe rêxistin kir û tekoşîna azadî û rizgariyê da destpêkirin. Di vê çarçoveyê da ji bo, ji fermanan ra bibe bersiv û jiyana azad ava bikin di pêşengtiya Mam Zekî û Seîd Hesen da YBŞ hate ava kirin. Ji bo Şengalek azad û demokratîk di vê mehê da bi sedan şehîd hat dayîn.

Dewleta faşîst a Tirk û hevkarê wê PDK di êrîşên dijî tevgera me û gelê me dixwaze tola têkçuna DAIŞ’ê bigre û fermana 3’ê Tebaxa 2014’an encam bike. Bi vê armancê li ser axa me her roj êrîşên esmanî pêk tînin û şerê taybet û psîkolojîk di meşînin. Dewleta faşîst ji bo xwe bigihîne armanca xwe ya Mîsak-i Mîllî, Şengalê ji bo xwe wek deriyek dibîne. Ji bo vê jî dixwaze çanda têkoşîna gelê me ya dirokî bişkîne û têk bibe. Di dîrokê de jî bi dehan qetlîam û ferman bi destê dewleta Tirk pêk hatiye. Bi fermana 2014’an û şehîd xistina peşêngên me Mam Zekî û Seîd Hesen dixwastin îrade, rexistinbuyîn û parastina cewherî ya gelê me tesfiye bikin. Li hember vê yekê gelê me vedigere Şengalê û di nav aramî û ewlehiyê de têkoşîna jîyana azad, rexîstinbuyîn û xwe parastînê mezîn dike.

Mam Zekî û Seîd Hesen hemû jîyana xwe ji bo gelê xwe jiyanek azad bi afirînin bi têkoşînek bêhempa derbas kirin. Di vê tekoşînê da tu carî paşde gav ne avêtin. Em jî wek şervanên fermandar û pêşengên xwe Mam Zekî û Seîd Hesen tu carî paşde gav na avêjin û heta xeyalê wan ya Şengala azad pêk bînin em ê têkoşînê bilind bikin. Dost û dijmin, bila herkes bizane ku her şehadetek hêza me ya tolhildan, berxwedan û serkeftinê mezin dike. Dijminê me wê bi ruhê 15’ê Tebaxê bi tekoşîn û berxwedanê ve têk biçe. Ew ruh, ruhê serkeftinê ye. Li derdora vê ruhê de tevgera me xwe rexistin kiriye û ev ruh wê me bibe serkeftinê. Em bi berdêlên hatî dayîn û bi ruhê 15’ê Tebaxê niha di demê xwe yê herî xurt da jiyan dikin.

Divê hemû gelê me bi pêşeng û şehîdên xwe serfiraz bin. Divê di rêka şehîd û pêşengên xwe da bimeşin û ji bo bîranîna wan têkoşînê mezin bikin. Ji bo vê, pêwîste gelê me vegere Şengalê û di avakirina jiyana azad, rexistinbuyîn û xwe parastinê de cihê xwe bigrin. Bi vê rêbazê ji dijmin hesab bixwazin. Bi wesîleya vê roja pîroz em bang li gelê xwe dikin ku; vegerin ser axa pîroz a Şengalê û refên hêza xwe ya YBŞ’ê da têkoşînê bilind bikin.

Car din em pêşengên xwe Mam Zekî, Seîd Hesen û hemû şehîdên fermanê û tekoşîna azadiya Şengalê de cîh girtî bi rêzdarî bibirtinin û soza bi ruhê 15’ê Tebaxê bilind kirina tekoşînê didin.

Fermandarîya Giştî a YBŞ

15.08.2023

Loading

Share post:

Popular

Li ser Komplo Nirxandina Zekî Şengalî

https://youtu.be/uOb9NYhXydw

Nêrînên Şervanên Me

https://youtu.be/1iH5H9RjC4M

JI BO BÎRANÎNA Ş.ARÎN ŞENGAL

https://youtu.be/k2ZsUD8yiLs

Ş.ORHAN ŞENGAL