Di serî de em salvegera fermanê bi rûhê têkoşîna Mam Zekî, rêheval Seît, Egîd, Berxwedan, Bêrîvan, Amed, Rosyar, Şengal, Şîlan, Zerdeşt û Çekoyan de hemû şehîdên xaka pîroz bibîrtînin û bejna xwe li beramberê wan ditewînin. Bi vê wesîleyî em 10’emin salvegera fermanê bi têkoşînek xurt û biryardarî, soza tolgirtin û pêkanîna xeyalên hevalan ve em pêşwazî dikin.
Di serî de em salvegera 10’emîn fermana herî giran a 03. 08. 2014’an bi ser civaka me ya Êzidî de hatî pêşwazî dikin. Weke tê zanîn ev fermana hatî jiyankirin hêzên hegemon di bin navê hêzeke tarî û qirêj a DAİŞ’ê de civaka me ya Êzidî di fermana 74’an re derbas kirin. Dema êrîşên hovane destpêkirin hêzên di xaka Şengalê de xwe ferz kiribun, bi awayek xapandinê civaka me ya berxwedêr di bin şûrê wehşetê de hiştin û bi nêzîkatiyekî ji bo berjewendiya dema pêş ve reviyan. Bi vê ferasetê ve heft hezar mirov hatin qetilkirin, keç û jin hatin revandin û tecawîzkirin, di sedsala 21’ emîn de weke kolâ di bazarande hatin firotin û perestgeh, qubê me hatin teqandin. Bi vê êrîşa di dîroka Êzidxanê de nehatî bû dîtin gerîlayên APOCİ, ji wargehên xwe ber bi hawara civaka xwe ya bindest ve bezîn. 12 siwariyên bi qêrîna gelê xwe ve hatîn nehiştin ol, bawerî, nasname û çanda Êzidatiyê ji holê rabe. Ev deh salên ku derbasbûyî di warê bîr û baweriyê de civaka me yê Êzidî bi avakirina hêza xwe ya ewlekarî û parastinê weke YBŞ’ê-YJŞ’ê, Asayîşa Êzidxanê û Rêveberiya Xweser ve di aliyê xwe bi rêvebirêne de gihîşte astekî mezin. Di nav civaka me ya Şengalê de cara yekê hêzeke xwe ji bo parastina rewa avakirin û ev hêz weke artêşa civaka gelên Şengalê xwe bi rêxistin kir. Di heman demê de ji vir û şûnde êdî civaka me ya Şengalê dikare li hemberê hemû êrîş û fermanan li berxwe bide. Ji ber wê gelê me êdî ne ew gelê ku bê zanist be bi fikrê Rêber APO xwe bi zanist û rêxistin kiriye û li hemberî hêzên qirker û dagirker hesabê fermanan bi têkoşîn û bîryardariyek kêlî bi kêlî dixwaze. Di roja me ya îro de hêzên desthilatdar di bin navê siya fermanê de dek û dolaban dizivirînin û dixwazin civaka Êzidî ji dîrokê derxin. Bi peymana 9’ê Cotmehê hêzên qirker û dagirker bi awayekî fermî careke din derketin holê. Lê bi berxwedaniya gel ev peyman hate astengkirin û bê watekirin.
Fermana 3.8.2014’an di pêş çavê hemû cîhanê di şexsê gelê Êzidî û gelên Şengalê de mirovatî hemû dihat qetilkirin. Dewletên desthilatdar ji ber berjewendiyên xwe li hemberê van êrîşan xwe ker û lal kirin. Bi gihandina Gerîlayên APOCİ ve gelê me yê bêçare bi vekirina korîdora jiyanî ve hatin xilaskirin. Bi paqijkirina gundan vegera Şengaliyan a cih û warê xwe destpêkir û heya roja me ya îro didome. Gelê me yê serî li hemberî ti fermanan netewandî xwedî ol, bawerî, nasname çand û zimanê xwe derketiye. PDK’e ya ku weke sembola îxanetê tê pênasekirin hevkariya bi dewleta Tirk û Iraqê re di hevpeymana 9‘e Cotmehê de israr dike. Ji van kiryaran re ji aliyê hêzên navnetewî de bêdengiyek heye û jenosîda ku civaka me ya Êzidî jiyan kiriye qebûl nakin û statûya Şengalê ji nayê dayîn. Ev bi xwe re xeteriyek mezin dide avakirin û nîşaneya fermanên pêşerojê bi rengekî eşkere dide ber çavan. Em weke YBŞ’ê-YJŞ’ê dizanin ku heya statûya Şengalê mîsoger nebe wê her tim xeteriya fermanan bidome. Nîşaneya vê êrîşên dewleta Tirk a li ser xaka Şengalê ji fermanê heya roja îro pêşengên vê civakê dike hedef bi balafiran dixwaze çavê gel bitirsîne û herî dawî kesên dengê gel digihandin raya giştî bi awayek ne merdane hatin şehîdkirin. Lê belê civaka me ya Êzidî tevî hemû berdêlên giranbûha bi fikr û ramanên Rêber Apo xwe bi zanist kiriye ji vir û şûnde ti hêz nikare vîna wan bişkîne.
Ji bo vê em weke hêzên YBŞ’ê û YJŞ’ê ji destpêka fermanê heya niha me bi qehremaniyên mezin ve 500 qehremanên Êzidxanê spartin axê. Di vê riya pîroz de hêrsa me ya tolhildanê û têkoşînê xurtir kir. Li ser van esasan ji bo civaka me ya Êzidî carek din bi fermanek din re rû bi rû nemine bi gelê xwe re li hemberî her cure êrîşan me xwe amade kiriye û em ji xwe û hêza gelê xwe bawerin careke din gelê me yê pîroz fermanan jiyan neke. Bi vê biryardarî û hêrsa em ê bi îdeayek mezin tola fermanan rakin heya dawî civaka xwe biparêzin.
Fermandariya YBŞ
03.08.2024