Hevreyê me Demhat Ereb di dîroka 02.08.2024’an de di encama qezayekî de gihîşt şehadetê.
Rêheval Demhat wek ciwanekî Ereb hewldanek xwe yê mezin ji bo pêkanîna netewa demokratîk û di heremê de rewşa aram pêk were hebû. Ji roja tevlîbuyî heya roja şehadetê çi erk û berpirsiyartî bikeve ser milê wî, beyî ku teredut jiyan bike erkên xwe bi serkeftî bi cih anî. Şehadeta hevrê Demhat ji bo me û gelê me xemginiyek mezin e.
Em ji malbata rêheval Demhat re sersaxî dixwazin û dibêjin soza ku me daye şehîdên xwe em careke din dubare dikin. Doz û rêya ku wan ji me re hiştî em ê li ser wê şopê bimeşin, ji bo xeyalên hevreyên xwe yê şehîd a Şengalek xweser û azad têkoşîna xwe xurt bikin û bi serkeftinê tacîdar bikin.
Nasnav: Demhat Ereb
Nav û Paşnav: Elî Xidir Zahêr Ebdila
Navê Dayîk û Bav: Şemsê Elî Ebdila / Xidir Zahêr Ebdila
Cih û dîroka şehadetê: Behrewa / 02.08.2024
Fermandariya YBŞ
06.08.2024