Wednesday, April 16, 2025

Ji bo raya giştî

Date:

Me beriya 9 salan, di vê rojê de mizgîniya rizgarkirina Şengalê, ku bi xwîna sedan leheng û egîdên me hatbú xemilandin, diyarî gelê xwe kir.

Wek tê zanîn em weke civaka Êzidî, di dirêjahiya dîroka xwe de, heya roja me ya îro rastî gelek ferman, komkujî, derbederî, koçberî..hwd hatine. Du sedemên sereke a encamên van êş, ezer û teracidiyan hebûn; ya yekê; nebûna hêza xwe parastina cewherî bû. Ya duyem jî; bê rêxistinbûn bû. Piştî fermana 3 tebaxa 2014’an ya bidestê Daîş û xiyaneta PDK êdî ev rastî hên zêdetir hat êşkera kirin. Em weke civaka Êzidî di çarçoveya peradîgma R. ARO de û li gor wê bi avakirina hêzên parastinê YBŞ û YJŞ de û di heman demî de avakirina sazî û dezgehên rêveberiya xweser re me xwest êdî dawî li femanan bînin. Di encamê berxwedanî û lehingiya bi sedan fermandar û şervanê azadiyê de em bûn xwedî destkeftî. Lê sondxwerê dijminahiya kok û hebûba me dewleta Tirk ya dagirker, tevî xeta hevkar ya PDK û bi bêrûmetî û çavzexeliya dijminê kokê. Ji bo ku van destkeftiyan tine bike û jinav bibe serî li her rê û rêbazî dide. Di serî de fermamdar û pêşengên şer û serkeftina li hember Daîş’ê dike armanc. Dixwaz e bi vî awayî tola Daîş rake.
Di ronahiya fikir, ramanên Rêber Apo de, sekin û berxwedana gelê Êzidî li gel vê bi ruhekî fedakar tevlîbûn û piştgiriya gel û ciwana ji her çar perçeyên Kurdistanê ya li ser asasê bangewaziya Rêbertî serkeftina Şengalê hate bidestxistin. Li ser vê bingehê em weke civak û hêz Rêberê Netewa Demokratîk Rêber Apo silav dikin û girêdana xwe ya Rêberê Gelan nû dikin. Rêber Apo ji bo ku qedera gelê herêmê carding bi destê hêzên hegemon neyê nivîsandin ked û tekoşîneke bê eman dinava çar dîwaran de û di bin şert û mercên herî zehmet de dide meşandin. Ger ku cîhanê berxwedana çiyayê Şengalê nas kir û dengê wê li her derê veda û bo nasmane û xetek, helbet divê mijarê de keda herî mezin ji aliyê Rêber Apo û şagirtên wî ve hate dayîn. Gelê Kurdistanê di şexsê civaka me ya Êzidî ya berxwedêr de jî bi sekna xwe ya hêja û biwate ya dîrokî, tevî biryardariya faşîzma DAIŞ’ê û hevalbendên wan li çiyayê Şengalê binxistin.
Di roja me ye îro de jî ya ku cardin vê berxwedanî û tekoşîna ya li hember dijmin û xeta hevkar bibe serkeftinê, mîsoger parastin û geş kirina ruhê berxweda Şengalê ye. Bê guman Berxwedaniya Şengalê û bidewamî rizgariya wê hilweşandin û têkbirina pilanên qirkirina me bû weke civak. Em weke hevrêyên Egîd, Dilşêr, Saîd, Medya, Berxwedan, Nûjîn, Cîger, Bêrîvan, Berfîn û gelek qehremanên ku wê dîrok tû car nikaribe ked û berxwedaniya wan înkar bike, bi bîrtînin.
Di dawiyê de em bang li tevahî gelê xwe û hemû gelên herêmê dikin ku yêketiya xwe li hember lîstok û pilanên ku vîn û îrada wan armanc dikin, bê deng nebin û bibin xwedì helwestên layîq. Divê neyê ji bîr kirin mîsogeriya jiyaneke azad bixwe rêxistinkirin û li destkeftiyên xwe xwedî derketin wê pêk were.
Dîsa, Li ser şopa cangoriyên xwe yên ku xwe ji bo civaka me fedakirine de em ê vê têkoşînê bêrawestandin bi serketinê re tacîdar bikin. Li ser vê bingehê em ji şehîdên xwe yên destpêkê heyanî yên korîdora mirovahiyê, ji şehîdên xwe yên 11 mehan ku bi hemû hebûna xwe ve bi şev û roj di çeperên herî giran ê mehelê de têkoşînek bêhempa raberkirine û heyanî şehîdên xwe ê dawiyê bi hemû hezkirin û rêzdariyên xwe ve bi bîr tînîn, bejna xwe li beramberî bîranînên wan ditewînîn. Bi pêkanîna soza me daye van egîdên xwe ve em ê têkoşîna wan a ku dewrî me kirine em ê bigihînin serketinê.
Li ser vî esasî em 9’mîn salvegera rizgarkirina Şengalê di serî de li Rêber Apo, şehîdên xwe, malbatên şehîdan, gelê xwe, li şervanên YPG-YPJ’ê û li jinxas û mêrxasên Apoyî ku îro li çiyayên azad li hemberî dagirkerên xwedî hişmendiya Daîş in, destan û efsaneyan dinivîsin, pîroz dikin.”
FERMANDARİYA YBŞ’ê
13.11.2024

Loading

Share post:

Popular

Li ser Komplo Nirxandina Zekî Şengalî

https://youtu.be/uOb9NYhXydw

Nêrînên Şervanên Me

https://youtu.be/1iH5H9RjC4M

JI BO BÎRANÎNA Ş.ARÎN ŞENGAL

https://youtu.be/k2ZsUD8yiLs

Ş.ORHAN ŞENGAL