Saturday, April 19, 2025

SALA NÛ WÊ BİBE AZADİYA ROJHİLATA NAVÎN

Date:

 

Sala nu wê bibe azadiya gelê Êzidî û tevahî gelê Rojhilata Navîn. Wê sala 2017’an bibe sala azadiya jinên Şengalê, bibe azadiya tevahî mirovahiyê.

Li çiyayê Şengalê şervanên YBŞ û YJŞ’ê li ser ketina sala nû hestên xwe anîn ziman. Şervanan dazanî ku em salek din li pey xwe dihêlin û em dikevin salek nû de bi rihê berxwedana ku di sala 2016’an  de hatî meşan din  wê di vê sala nû de bibe  azadiya Şengalê.

Şervana YJŞ’ê Evîndar Rênas hest û nêrînê xwe li ser sala nû wiha ziman û wiha got: “Em cihê xwe di nava yekineyên Şengalê, hêza Şengal a xweser ya herêmî de digirin. Hêviyên me ji bo sala 2017’an pir mezin hene,  di 2016’an de berxwedanên mezin çawa di Şengalê de çêbûn weke rizgar kirina gundên Şengalê , herî dawî hemla “Tolhildana jinên Êzidî” di Şengalê serkeftî pêk hatin. Hêviyên  divê mijarê de di sala 2017’an de jî hene ku gundên Şengalê mayi rizgar bikin, disan cihê xwe di hemleyên cûda de bigirin, di be ku em niha  cihê xwe di hemla Musul de nagirin, em hêvî dikin dema pêş di wir de jî cihê xwe  bigirin û weke hêzekî herêmî ya Şengalê xweser ku xwe li vê derê rêxistin kir.”

Herî dawî şervana YJŞ’ê Evîndar Rênas wiha got: “Dîsan weke xwesteka me  ya herî mezin  Rêberê me di sala nû bi fîzîkî were rizgar kirin û gelê meyê bindest  azad bibe.. Hêviyên me yên 2017’e mezinin. Em jî weke hêzên YJŞ ‘ê û YBŞ’ê hene ku gavên mezin bavêjin û pêşketinên mezin bidin ava kirin. Weke me gotî hêviyên me sala nû de hene berxwedana ku di sala 2016’an de hatî meşan din wê di sala 2017 ‘an de bibe azadiya rojhilata navin.”

Şervana YJŞ’ê Zîn Jînda jî bi van gotina hestên xwe anî ziman: “Ez dinava refên YJŞ’ê (Yekîneyên Jinên Şengal) de cihê xwe digirin. Di 2016’ de salakî ku têde berxwedaniyek pir mezin hat kirin, di aliye me de serkeftinên pir mezin hatin dîtin, her milî de serkeftin hebûn, berxwedanî hat destnîşan kirin de tekoşîn pir mezin hat kirin. Di aliyê Şengalê de herî dawî hemla tolhildana jinên Şengalê  ev operasyon jî serfektinên mezin bi destxistin û sê gund hatin rizgar kirin. Salekî ku moralek pir xweş da me û  gel giştî jî ew serkeftinên çêbûn  weke hêzekî pir xurt dide mirov ku tekoşîna xwe berdewam bike û  xurtir bike. Di her qadê de di her milî de xebatekê xurtir bide meşandin.”

Şervana YJŞ’ê Zîn Jînda bi van gotina dawî li axaftina xwe anî: “Hêviyên me jî ji bo sersala  2017’an jî ew e ku em vê berxwedaniyê  berdewam bikin hin bêhtir xurt bikin. Em weke jin,  jinên Şengalê azad bikin, jinên giştî cîhanê azad bikin. Ev fermana ku her û her ser jina tê kirin ev îşkenceya ku her ser tê kirin em vê tiştê êdî qebul nakin. Em vê tiştê qebûl nakin em ê jinê azad bikin tayibet jî jinê Şengalê tiştê hatî sere wan, heya vê gavê jî em dibinin ber çavin em van tiştan rakin em jinê azad bikin. Em Serokatiya xwe Rêberê  gelan, Serokatî rizgar bikin û wê zindana ku têde em wî binini nav xwe de. Dîsan em çavê xwe ronî bikin bi dîtina Serokatî. Armanca me ya herî mezin ku em divê sala nû de pêkbînin em bi hêvî ne jî baweriya me jî heye em pêk bînin em ê Serokatî rizgar bikin ku were Şengalê hêviya me ya herî mezin e”.

ŞervanêYBŞ’ê jî Baran Arjîn wiha hestên xwe anî ziman: “Ez weke xortekî Êzidî cihê xwe dinav refên YBŞ’ê  de digirim.YBŞ’e  ev sê sale li çiyayê Şengal’ê de berxwedide van bajar û gundên Êzidiyan ji destê çeteyên hov paqij kirin, sê salê wê çêbûn, Şehîdan birindaran dide. Her ku diçe YBŞ’e pêngavên mezintir diavêje, bi berxwedana sala 2016’an em ketin sala 2017’an. Sala 2017’de sala azad kirina Rêber APO û azad kirina gelê Êzidî ye.Di sala 2016’an de YBŞ’ê berxwedaniyek mezin kir, em dixwazin di sala nû de bi azad kirina Rêbertî û gelê Êzidî li Şengal’ê bi hevre jiyan bikin.”

Şervanê YBŞ’ê Baran Arjîn herî dawî wiha got: “Di van sê salan de pêşketinên pir mezin di YBŞ’ê de çêbûn, asayişên YBŞ’ê û YJŞ’ê çêbûne. Beriya vê demekê  li ser navê jinên Êzidî hemleya tolhidana jinên Êzidî hat despêkirin di hemleyê de sê gund hatin rizgar kirin ev gund li ser navê keç û jinên Êzidî hatin rizgar kirine. YBŞ’e her ku diçe berxwedanek pir mezin dide sala 2016’an dikevin sala 2017’an , sala 2017’an bibe sala azadiya Serok APO û gelê Êzidî ku em bi hevra di Şengalê de jiyan bikin.”

Şervanê YBŞ’ê İzet Burusk jî wiha hestên xwe bi me re parvekir: “Em jî weke emdamê Yekîneyên Berxwedana Şengalê cih digirin. Divê sala 2016’an de hem di aliye leşkeri hem jî di aliyê gel de pêşketinên mezin çêbûn.Hemle bi navê hemleya tolhildana jinên Şengal’ê 3 gund hatin rizgar kirin ji bo me pêşketinekî pir xurt bû û encam jê hatin girtin. Em derbazî sala nû dibin, em dixwazin divê sala nû de Serokê me azad bibe, hêviya wî jî heye ew jî were Şengalê û em jî dixwazin rojekê me vegere bê Şengalê. Pêşketin ji aliyê gel ve jî çêbûn û hêdî hêdî gel jî pêş de diçe û YBŞ’ê jî mezin dibe.”

Herî dawî ji bi van gotinan dawî li axaftinê xwe anî: “Gelê em pêwîste xwe bi rêxistin bike, 2017’an pêwîste encamek xurt bê derxistin û pêşketinên pir mezin wê bên çêkirin. Ji bona me hêviyek pir mezine ku em çawa xwe bi rêxistin bikin ji bo ku dîsan fermanek mîna 3’ê Tebaxê çênebe. Em naxwazin dîsan ev ferman dubare bibe, hêviyên me ji gelê me heye ku destek bidin me û em di vê sala nû de gundên mayi bi hevra rizgar bikin.”

 

Loading

Share post:

Popular

Li ser Komplo Nirxandina Zekî Şengalî

https://youtu.be/uOb9NYhXydw

Nêrînên Şervanên Me

https://youtu.be/1iH5H9RjC4M

JI BO BÎRANÎNA Ş.ARÎN ŞENGAL

https://youtu.be/k2ZsUD8yiLs

Ş.ORHAN ŞENGAL