Şervanên YBŞ’ê li hemerî Antî-propaganda ku ser wan tê meşandin axivî û wiha gotin: “Ev van tiştan qebûl nakin. Ger tiştek rast heye bila derxin ber çavan.”
Di 3’ê Tebaxa 2014’an çeteyên DAIŞ’ê li hemberî gelê Êzidî êrîşek berfireh pêk anîn. Di encama vê êrîşê de hezaran gelê Êzidî hatin qetil kirin û hezaran dîl hatin girtin. Li hemberî vê komkujiyê YBŞ’e ku piraniya wê ji ciwanên Êzidî pêk tê hate ava kirin. Ji wê rojê heya niha her diçe YBŞ/YJŞ’e mezin dibe û hezaran ciwan tevlî bûn. Di rojên dawî de di tevnê civakî, qenalên Rudaw TV û K24 de nûçeyên ku ne exlaqî ne tên weşandin.
Li hemberî van nûçeyan şervanê bi navê Amed Beritan ku 3 sale di nava refên YBŞ’ê de ye axivî û wiha got: “ Wekî şervanekî YBŞ’ê ji roja fermanê heya niha cihê xwe ez di nava YBŞ’ê de digirim. Di serî de dixwazim vê bêjim hinek hêz û hinek rêxistin dixwazin YBŞ’ê û Şengalê reş bikin. Dixwazin YBŞ’ê reş bikin û carek din deshilatdariya xwe li ser gel bidin meşandin.”
‘Antî-Propagandên hemberî me tên kirin dixwazin irade gelê Êzidî bişkînin’
Bêrîtan destnîşan kir ku tenê yek armanca van antî-propaganda heye ew jî îradeya gelê Êzidî bişkîne û wiha got: “Baweriya me ya azadiyê bikşînin. Wekî şervanên Êzidxanê em agahî û nûçeyên bi vî rengî qebûl nakin. Hemû gelê me yên ku li Şengalê dimînin rastiya YBŞ/ YJŞ dizanin. Ji bo wê pêwist nake em behs bikin. Ji ber ku gelê me bi çavên xwe bûn şahidiya hemû rastiyna. Kijan rêxistin û çi însan dixwaze YBŞ/ YJŞ nas bike bila kerembikin werin bi çavê xwe bibînin. Tiştek em veşêrin û xwe bidin paş tûne. Deriyê me ji her kesî re vekiriye. Ger naxwazin ji me pirs bikin, bila ji gelê me Êzidî li Şengalê dimîne pris bikin. Gelê me ev sê salin hemberî germahî û sermayê berxwedaniyek bê hempa dimeşînun. Gelê me yên ku di van şert û mercan de ber xwe didin çavkanî û baweriya xwe ji YBŞ/ YJŞ digire. Ger ev sê salin ku ciwanên Êzidî di nava refên YBŞ/ YJŞ de tekoşîn dikin, ji exlaq û wicdana YBŞ/ YJŞ çavkaniya xwe digire. Ji ber vê yekê her roja diçe YBŞ/ YJŞ mezin dibe û wê mezintir bibe.”
‘Ne ji DAIŞ’ê û ne ji tû hêzên de em natirsin û em ne tirsiyane’
Beritan axaftinê xwe wiha berdewam kir: “ YBŞ’e ji bo gelê xwe biparêze vê tekoşînê dimeşîne. Tû berjewendiyên wê tûne. Ev 2 sale li hemberî çeteyên DAIŞ’ê em berxwe didin em tû carî ne tirsiyan û em ji tû hêzan ji natirsin. Em tû hêzan tehdît nakin, lê êrîşek ser me û gelê me pêk were em ê hemberî wan bisekînin û berxwe bidin. Kesên ku dixwazin YBŞ/ YJŞ tûne bikin û hebûna wê qebûl nake dijminê gelê me ye. Ger me zarokek 14-15 salî biriba şer, me ji cihekî piştigirî ne digirt, me herêm rizgar ne dikirin. Mirov nikare hemberî çeteyên wekî DAIŞ’ê zarokekî bide şer kirin. Kijan cih bê balefir hatiye rizgar kirin, lê YBŞ’ê bê balefir herêm rizgar kir û ji derveyî YBŞ’ê jî tû hêz tûne. Ger em hemberî dijmin bi îradeya xwe dikin, ev tê wateya ku berxwedaniyek mezin heye. Çi dibe bila bibe em ê gelê xwe, olê xwe, axa xwe xwedî derkevin û azad bikin me soz dabî, em carek din soza xwe nû dikin. Em ê heya dawiyê pey heqîqet û rastiyê bimeşin. Ji bo vî gelî û azadiya vî gelî çi pêwist bike em ê pêk bînin. Gelê me vê bizanibe bese, em yek kes jî bimînin em ê ser ser bikevin. Em ê dev jî vê doz û tekoşînê bernedin.”
‘Hinek dixwazin YBŞ/ YJŞ ber çavan gel reş dikin’
Şervanê YBŞ’ê Lewend Dahola û Siba Qêyranî ji diyar kirin ev 3 sale di nava refên YBŞ’ê de cihê xwe digirin û ser antî-propagandên demê dawî axivî û wiha gotin: “Di demê dawî de li ser YBŞ/ YJŞ antî-propagandên reşkirinê pêş ketine dibêjin YBŞ’e zarokan bi zorê direvînin, şervanên di nava YBŞ de ling û milê wan dişkinin, ev tiştên tê gotin bê gûman ne rastin. Tû kesê me bi darê zorê tevlî nava YBŞ nebûye. Nêzî 3 sale YBŞ’e bedel û şehîdan dide. Bi taybetî pêwîste gelê me hemberî van pravakosyonan bê deng nema ba, bibîna bersivek herî mezin. Hinek dixwazin YBŞ/ YJŞ li ber çavê gel reş bikin, lê çi dibe bila bibe YBŞ’e di çavê gel de nikarin bidin reş kirin. Berxwedaniya YBŞ’ê ber çavê her kesî ye.”
Di dawiyê de Dahola û Qêyranî wiha gotin: “kesên disan dibêjin YBŞ/ YJŞ ji bo xwe wekî tehlîlek mezin dibin, lê YBŞ/ YJŞ hêza Êzidxanê ye. Ji bo Êzidxanê hatiye avakirin. Çand û dîroka Êzidxanê diparêze. Tû berjewendiyên wê têde tûne, tenê hedef û daxwaza YBŞ/ YJŞ gelê êzidî, dîrok û çanda wan biparêzin. Ev tiştên wisan ne rastin û bê exlaqî ne. Bi xwestek û daxwaz, îradeya xwe em hatin tevlî YBŞ’ bûn, heya ku YBŞ’e hebe em ê jî hebin. Em hatin vir hêza xwe ya YBŞ/ YJŞ mezin bikin. Li hemberî antî-propagandên reşkirinê wê YBŞ/ YJŞ hebe. Yên dibêjin YBŞ/ YJŞ wisane, em ji wan dipirsin di 3’ê Tebaxê ev hêz li kûderê bûn. Ew dayîk û zarok hemû tiştên me bûn, lê herkes ew hiştin û reviyan. Her kes vê bizanibe çawan em bi îradeya xwe hatin wê wisan jî bidome. Em ê tû carî dev ji YBŞ’ bernedin û heya demla xwîn di laşê me de heye em ê tekoşîn bikin û berxwe bidin.”