Di 2’yê Adarê de komek çeteyên ku navê “Pêşmergeyên Roj” li xwe dike û girêdayî ENKS’ê ye, bi armanca dagirkirina Şengal û herêmên di bin kontrola hêzên me de, ji aliyê Sihêla û Duhokê hatin Xanasorê. Van çeteyên ku di nava wan de komên tevlî fermana 73’yan bûne jî hebûn, bi awayekî hovane êrîş kirin. Li hemberî êrîşan şervanên YBŞ/YJŞ’ê û gelê me berxwedanek mezin nîşan dan û bersiva pêwîst dan.
Bi vê berxwedanê destkeftî û nirxên gelê êzidî hatin parastin, ji bo hemû cîhanê peyamên girîng hatin dayîn. Bêguman ev destkeftî û nirx bi saya têkoşîna pîroz û bedelên mezin hatine afirandin. Çawa ku ji bo rizgariya ji bin hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê û piştekên wan, ji bo parastina baweriya êzdayetiyê, cangoriyên azadiyê, lehengên mezin canên xwe feda kirin, îro jî bi heman ruh û fedekariyê pêşengên gelê me canê xwe feda kirin.
Li hemberî êrîşa dawî ya çeteyan ku wekî berdewama fermana 73’yan e jî, berxwedanek mezin hat nîşan dan û di vê berxwedanê de 7 rêhevalên me gihîştin şehadetê. Hemû hevalên me bê tirs, bi awayekî fedekarî heta dawiyê têkoşiyan û tevlî karwanê pakrewanan bûne.
Di destpêka şer de Heval Çekdar û Heval Orhan ku herdu jî endamên Hêzên Parastina Gel (HPG) in, şehîd ketin. Lê herdu heval jî, ji bo ku li herêmê şer û alozî dernekeve hatibûn cihê êrîşa çeteyan. Herdu heval bi vê ferasetê tevgeriyan û xwestin ku pêşiya şer bigirin. Lewma jî dema çeteyan di sibeha 3’yê Adarê de êrîş pêk anîn, herdu heval derketin pêşiya panzerên çeteyan û ji bo ku karibin wan bidin sekinandin bi rihekî fedayî bedena xwe kirin mertal.
Rêheval Şehîd Orhan ji bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê ji malbateke welatparêz e. Ev demek dirêj e di nava tevgera azadiyê de cîh digire û li qadên cuda de yên Kurdistanê têkoşîn meşandiye. Bavê wî Îsa Hiso jî her di nava têkoşîna azadiyê de cih girtibû û di serhildana 12’ê Adarê ya Qamişlo de ji aliyê hêzên rejîma Baas ve hatibû girtin û îşkencekirin. Di sala 2014’an de jî, ji aliyê hêzên tarî ve di encama êrîşek bombeyî de şehîd bû. Xwîşkek Şehîd Orhan jî di heman salê de tevlî refên tevgera azadiyê bûye.
Heval Çekdar jî salên dirêj di tevgera azadiyê de cihê xwe girtiye û piştî gelek herêmên cuda yên Kurdistanê, ji bo mudaxelekirina êrîşên çeteyan ên li ser Şengalê bibû yek ji endamên komên yekemîn ên HPG’ê yên ku hatibûn Şengalê. Li Şengalê tevlî gelek pêngavên rizgarkirinê bû û li cihên herî zor li dijî çeteyan şer kiriye. Heval Çekdar bi fedekarî, durustî û hêrsa xwe ya tolhildanê dihat nasîn. Tevî ku gelek caran birîndar bû û pirsgirêkên tenduristiyê hebûn jî, tu caran ji têkoşînê paş ve gav ne avêtin.
Heval Arif Tilqesep, Çiya Zerdeşt û Şoreş Sîba endamên YBŞ’ê. Heval Amed Şengalî jî endamê Asayîşa Êzdîxanê ye. Rêheval Çiya ji destpêka fermana 73’yan ve tevlî têkoşînê bû û pêşengî kir. Bi kesayeta xwe ya ku baweriyê dide, bibû çavkaniya moralê û wekî kesayetek têgihîştî ji bo hevalan bibû hêzek. Heval Şoreş Sîba demek dirêj e di nava têkoşîna azadiyê cihê xwe girtibû û bi sekna xwe ji bo hevalên xwe bibû çavkaniya moral û têkoşînê. Hevalê Arif demek kurt e ku tevlî refên YBŞ’ê bûye, lê bi sekin û helwesta xwe di nava hevalên xwe de bû cihê bawerî û heskirinê. Heval Amed jî ji destpêka avakirina hêzên Asayîşê ve, tevlî xebatan bûye û li herêma Xanesorê erka xwe bicîh di anî. Herçar heval jî, bi bawerî, heskirin û têkoşîna xwe ya bê hesap di nava hevalên xwe de hatin naskirin. Her wiha ji bo parastina nirxên Êzdîxanê û baweriya êzdayetiyê bê tirs heta dawiyê têkoşiyan.
Rêheval Têkoşîn Serhed di sala 2015’an de tevlî refên Tevgera Azadiya Kurdistanê bûye. Dema ku çeteyên hov êrîşî Şengalê kirin û komkujî pêk anîn, heval Têkoşîn jî, wekî gelek hevrêyên xwe yên jin, ji bo rizgarkirina jinên Êzidî yên di destê çeteyên DAIŞ’ê de, berê xwe da Şengalê. Rêheval Têkoşîn jî li gelen eniyên şer di noqteyên bi xeter de têkoşîn meşand. Bi kesayet, tevlîbuna kar û helwesta xwe wekî çavkaniyek moralê hat naskirin.
Şehîd paşeroj û pêşeroja me ne. Em bi saya têkoşîn, lehengî û bedelên wan gihîştine roja îro. Her wiha hemû nirxên hatine avakirin encamek têkoşîna şehîdên azadiyê ye. Lewma parastina van nirxan girêdayî mezinkirin û parastina bîranîna şehîdan e. Em jî wekî hêzên YBŞ û YJŞ’ê careke din diyar dikin ku em ê heta dawiyê şopdarên rêya şehîdan bin û ala wan bilind bikin. Dîsa soza xwe ya jiyanîkirina bîranîna wan û tolhildanê nû dikin, sersaxiyê ji hemû malbatên şehîdan û gelê xwe dixwazin.
Nasnameyên Şehîdan wiha ne:
Nav û paşnav:
Nasnav: Çekdar Qers
Navê dayik:
Navê bav:
Cîh û dîroka ji dayîkbûnê:
Dîroka tevlîbûnê:
Cih û dîroka şehadetê: Xanesor/Şengal 3 Adar 2017
***
Nav û paşnav:
Nasnav: Orhan
Navê dayîk:
Navê bav:
Cih û dîroka jidayîkbûnê: Qamişlo
Dîroka tevlîbûnê
Cîh û dîroka şehadetê: Xanesor/Şengal 3 Adar 2017
***
Nav û paşnav: Elyas Xelef Îsa Xidir
Nasnav: Çiya Zerdeşt
Navê dayik: Besê Reşo
Navê bav: Xelef
Cîh û dîroka ji dayîkbûnê: Zomanê /1985
Dîrok û cihê tevlîbûnê: 12 Tîrmeh 2014- Til Koçer
Cih û dîroka şehadetê: Xanesor/Şengal 3 Adar 2017
***
Nav û paşnav: Zuleyha Sarialtun
Nasnav: Tekoşîn Serhed
Navê dayik: Rabîa
Navê bav: Abdulbarî
Cîh û dîroka ji dayîkbûnê: Kop/Muş 1991
Cîh û Dîroka tevlîbûnê: 05,07.2015/Wan
Cih û dîroka şehadetê: Xanesor/Şengal 3 Adar 2017
***
Nav û paşnav: Xidir Meto Quto
Nasnav: Şoreş Sîba
Navê dayik: Meyan
Navê bav: Meto
Cîh û dîroka ji dayîkbûnê: Sîba Şêx Xidir 1997
Cîh û Dîroka tevlîbûnê: Şengal 3 Adar 2015
Cih û dîroka şehadetê: Xanesor/Şengal 3 Adar 2017
***
Nav û paşnav: Selam Elî Mixebir
Nasnav: Amed Şengalî
Navê dayik: Leyla
Navê bav: Elî
Cîh û dîroka ji dayîkbûnê:
Cîh û Dîroka tevlîbûnê: Kampa Newroz
Cih û dîroka şehadetê: Xanesor/Şengal 3 Adar 2017
***
Nav û paşnav: Ednan Reşo Qulo
Nasnav: Arif Şengalî
Navê dayik: Göze
Navê bav: Reşo
Cîh û dîroka ji dayîkbûnê: Gundê Ziravîkê
Cîh û dîroka tevlîbûnê: 25.11.2016/Sinunê
Cih û dîroka şehadetê: Xanesor/Şengal 3 Adar 2017
FERMANDARİYA GİŞTİ YA YBŞ û YJŞ