Saturday, April 19, 2025

Nasnameyên Şehîdên Me Hatin Eşkerekirin

Date:

 

 

 

 

“Di 2’yê Adarê de komek çeteyên ku navê “Pêşmergeyên Roj” li xwe dike û girêdayî ENKS’ê ye, bi armanca dagirkirina Şengal û herêmên di bin kontrola hêzên me de, ji aliyê Sihêlan û Duhokê hatin Xanasorê. Van çeteyên ku di nava wan de komên tevlî fermana 73’yan bûne jî hebûn, bi awayekî hovane êrîş kirin. Li hemberî êrîşan, şervanên YBŞ/YJŞ’ê û gelê me berxwedanek mezin nîşan dan û bersiva pêwîst dan.

Bi vê berxwedanê destkeftî û nirxên gelê êzidî hatin parastin, ji bo hemû cîhanê peyamên girîng hatin dayîn. Bêguman ev destkeftî û nirx bi saya têkoşîna pîroz û bedelên mezin hatine afirandin. Çawa ku ji bo rizgariya ji bin hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê û piştekên wan, ji bo parastina baweriya êzdayetiyê, cangoriyên azadiyê, lehengên mezin canên xwe feda kirin, îro jî bi heman ruh û fedekariyê pêşengên gelê me canê xwe feda kirin.

Li hemberî êrîşa dawî ya çeteyan ku wekî berdewama fermana 73’yan e jî, berxwedanek mezin hat nîşan dan û di vê berxwedanê de 7 rêhevalên me gihîştin şehadetê. Hemû hevalên me bê tirs, bi awayekî fedekarî heta dawiyê têkoşiyan û tevlî karwanê pakrewanan bûne.

Di destpêka şer de Heval Çekdar û Heval Orhan ku herdu jî endamên Hêzên Parastina Gel (HPG) in, şehîd ketin. Lê herdu heval jî, ji bo ku li herêmê şer û alozî dernekeve, hatibûn cihê êrîşa çeteyan. Herdu heval bi vê ferasetê tevgeriyan û xwestin ku pêşiya şer bigirin. Lewma jî dema çeteyan di sibeha 3’yê Adarê de êrîş pêk anîn, herdu heval derketin pêşiya panzerên çeteyan û ji bo ku karibin wan bidin sekinandin bi rihekî fedayî bedena xwe kirin mertal.

Rêheval Şehîd Orhan ji bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê ji malbateke welatparêz e. Ev demek dirêj e di nava tevgera azadiyê de cîh digire û li qadên cuda de yên Kurdistanê têkoşîn meşandiye. Bavê wî Îsa Hiso jî her di nava têkoşîna azadiyê de cih girtibû û di serhildana 12’ê Adarê ya Qamişlo de ji aliyê hêzên rejîma Baas ve hatibû girtin û îşkencekirin. Di sala 2014’an de jî, ji aliyê hêzên tarî ve di encama êrîşek bombeyî de şehîd bû.

Heval Çekdar jî salên dirêj di tevgera azadiyê de cihê xwe girtiye û piştî gelek herêmên cuda yên Kurdistanê, ji bo mudaxelekirina êrîşên çeteyan ên li ser Şengalê bibû yek ji endamên komên yekemîn ên HPG’ê yên ku hatibûn Şengalê. Li Şengalê tevlî gelek pêngavên rizgarkirinê bû û li cihên herî zor li dijî çeteyan şer kiriye. Heval Çekdar bi fedekarî, durustî û hêrsa xwe ya tolhildanê dihat nasîn. Tevî ku birîndar bû û pirsgirêkên tenduristiyê hebûn jî, tu caran ji têkoşînê paş ve gav ne avêtin.

Di vî şerî de Heval Arif Şengalî, Çiya Zerdeşt, Şoreş Sîba  û  Heval Amed Şengalî jî  tevli karwanê şehîdan bûne. Her çar heval jî, bi bawerî, heskirin û têkoşîna xwe ya bê hesap di nava hevalên xwe de dihatin naskirin. Her wiha ji bo parastina nirxên Êzdîxanê û baweriya êzdayetiyê bê tirs heta dawiyê têkoşiyan. Rêheval Çiya ji destpêka fermana 73’yan ve tevlî têkoşînê bû û pêşengî kir. Bi kesayeta xwe ya ku baweriyê dide, bibû çavkaniya moralê û wekî kesayetek têgihîştî ji bo hevalan bibû hêzek.  Heval Şoreş Sîba demek dirêj e di nava têkoşîna azadiyê cihê xwe girtibû û bi sekna xwe ji bo hevalên xwe bibû çavkaniya moral û têkoşînê. Hevalê Arif demek kurt e ku tevlî refên YBŞ’ê bûye, lê bi sekin û helwesta xwe di nava hevalên xwe de bû cihê bawerî û heskirinê.  Heval Amed jî ji destpêka avakirina hêzên Asayîşê ve, tevlî xebatan bûye û li herêma Xanesorê erka xwe bicîh di anî.

Rêheval Têkoşîn Serhed  di sala 2015’an de tevlî refên Tevgera Azadiya Kurdistanê bûye. Dema ku çeteyên hov êrîşî Şengalê kirin û komkujî pêk anîn, heval Têkoşîn jî, wekî gelek hevrêyên xwe yên jin, ji bo rizgarkirina jinên Êzidî yên di destê çeteyên DAIŞ’ê de, berê xwe da Şengalê. Rêheval Têkoşîn jî li gelen eniyên şer di noqteyên bi xeter de têkoşîn meşand. Bi kesayet, tevlîbuna kar û helwesta xwe wekî çavkaniyek moralê hat naskirin.

Şehîd paşeroj û pêşeroja me ne. Em bi saya têkoşîn, lehengî û bedelên wan gihîştine roja îro. Her wiha hemû nirxên hatine avakirin encamek têkoşîna şehîdên azadiyê ye. Lewma parastina van nirxan girêdayî mezinkirin û parastina bîranîna şehîdan e. Em jî wekî hêzên YBŞ û YJŞ’ê careke din diyar dikin ku em ê heta dawiyê şopdarên rêya şehîdan bin û ala wan bilind bikin. Dîsa soza xwe ya jiyanîkirina bîranîna wan û tolhildanê nû dikin, sersaxiyê ji hemû malbatên şehîdan û gelê xwe dixwazin.”

Nasnameyên Şehîdan wiha ne:

Nav û paşnav:Newroz Güvercin

Nasnav: Çekdar Sinan

Navê dayik:

Navê bav:

Cîh û dîroka ji dayîkbûnê: Qers-1990

Dîroka tevlîbûnê: 2008-İstanbul

Cih û dîroka şehadetê: Xanesor/Şengal 3 Adar 2017

***

Nav û paşnav: Sipan Hiso

Nasnav: Orhan Baran

Navê dayîk: Edla

Navê bav: İsa

Cih û dîroka jidayîkbûnê: Qamişlo 1994

Dîroka tevlîbûnê:2009-Qamışlo

Cîh û dîroka şehadetê: Xanesor/Şengal 3 Adar 2017

 

***

Nav û paşnav: Elyas Xelef Hebabî

Nasnav: Çiya Zerdeşt

Navê dayik: Besê Reşo

Navê bav: Xelef

Cîh û dîroka ji dayîkbûnê: Zomanê /1985

Dîrok û cihê tevlîbûnê: 12 Tîrmeh 2014- Til Koçer

Cih û dîroka şehadetê: Xanesor/Şengal 3 Adar 2017

 

***

Nav û paşnav: Zuleyha Sarialtun

Nasnav: Tekoşîn Serhed

Navê dayik: Rabîa

Navê bav: Abdulbarî

Cîh û dîroka ji dayîkbûnê: Kop/Muş 1991

Cîh û Dîroka tevlîbûnê: 05,07.2015/Wan

Cih û dîroka şehadetê: Xanesor/Şengal 3 Adar 2017

 

***

Nav û paşnav: Xidir Meto Quto

Nasnav: Şoreş Sîba

Navê dayik: Meyan

Navê bav: Meto

Cîh û dîroka ji dayîkbûnê: Sîba Şêx Xidir 1997

Cîh û Dîroka tevlîbûnê: Şengal 3 Adar 2015

Cih û dîroka şehadetê: Xanesor/Şengal 3 Adar 2017

 

***

Nav û paşnav: Selam Elî Mixêbir

Nasnav: Amed Şengalî

Navê dayik: Leyla

Navê bav: Elî

Cîh û dîroka ji dayîkbûnê:1999 -Şengal

Cîh û Dîroka tevlîbûnê: 2016 -Kampa Newroz

Cih û dîroka şehadetê: Xanesor/Şengal 3 Adar 2017

 

***

Nav û paşnav: Ednan Reşo Qulo

Nasnav: Arif Şengalî

Navê dayik: Gozê

Navê bav: Reşo

Cîh û dîroka ji dayîkbûnê: Gundê Ziravîkê

Cîh û dîroka tevlîbûnê: Sinûnê/ 25.11.2016

Cih û dîroka şehadetê: Xanesor/Şengal 3 Adar 2017

 

 

Loading

Share post:

Popular

Li ser Komplo Nirxandina Zekî Şengalî

https://youtu.be/uOb9NYhXydw

Nêrînên Şervanên Me

https://youtu.be/1iH5H9RjC4M

JI BO BÎRANÎNA Ş.ARÎN ŞENGAL

https://youtu.be/k2ZsUD8yiLs

Ş.ORHAN ŞENGAL