Monday, April 21, 2025

Şervanên YBŞ û YJŞ’ê kêliya êrişê vegotin

Date:

 

Çekdarên koma pêşmergeyên Rojava yên girêdayî PDK’ê di 3’ê Adarê de êrîşî ser bajarokê Xanesorê yê Şengalê kirin û di encamê de qasî 3 saetan şer derket. Şervanên YBŞ û YJŞ’ê yên  wê kêliyê bûne şahidê bûyerê û cihê xwe di nav de girtine wiha vegotin.

Şervanê YBŞ’ê yê bi navê Botan kêliya ku çeteyên PDK’ê êrîş  kirî wiha vegot: “Di destpêkê de me parastina Xanesorê dikir û heya niha jî em parastina Xanesorê dikin. Ji ber ku di dema fermanê de ev der hemû ji aliyê wan ve dihat parastin  berdan û revîn. Ji ber me wek YBŞ ev herêm di parast, dixwestin êrîşî vir bikin û şerê birakujiyê derxînin. Heya PDK’ê êrîşî me nekir me wek YBŞ êrîşî wan nekir, wan destpêkê  êrîş kir, em jî neçar man xwe bi parêzin û me jî bersiv da. Piştî bersiv dayina me şer derket û niha jî PDK amadekariyên şer dikin.”

Botan wiha domand: “Em wek parêzvanên axa Êzidxanê, naxwazin şer di navbera me de derbikeve û em şerê birakujiyê naxwazin. Lê niha Tirk di xwazin bi hevkariya Barzanî di navbera Kurdan de şer derbikeve. Em wek şervanên YBŞ’ê her tim amadene ku dema êrîşa PDK’ê çêbibin, emê bê bersiv nehêlin. Di her alî de jî me amadekariyên xwe kirine.”

Botan di dawiyê de ev bangawazî kir: “Bangewaziya me ji bo hemû cihanê, bila ji bo vî şerê birakujiyê bêdeng nemînin û bila ciwanên me yên Êzidî jî tevlî nava refên YBŞ û YJŞ bibin. Da ku em tola xwe hilînin.”

Şervanê YBŞ’ê bi navê Şervan Azad jî li ser roja êrîşê ev gotin kir: “Pêşmergeyên PDK’ê hewl da bi kevin bajarokê Xanesorê, me ne hişt. Ji ber wê yekê jî êrîşî me kirin û di navbera me de şer derket. Heya yek ji me ciwanê Şengalê li vir heye, em nahêlin yek hêz nêzî axa ma bibe û emê axa xwe ji wan bi parêzin. Armanca me ewe ku gelê me azad bijîn armanca me ne birakujiye.”

Şervana YJŞ’ê ya bi navê Bêrîtan Warşîn jî wiha got: “Di destpêkê de pêşmergeyên PDK’ê wek xiyanetkaran êrîşî me kirin. Wek şervanên  YJŞ’ê, me jî bersiv da. Rexmê ku ewqas tank û topê xwe bi karanîn, me tenê îrada xwe bi kar anî. Bila bi zanibin heta ew li virbin, em jî li virin û emê axa xwe ji wan re ne hêlin û bi parêzin. Bangewaziya min ji bo  hemû jinan heye ku tevlî nava refên YJŞ’ê bibin. Da ku ji komkujiyan re bibin bersiv.”

 

 

Loading

Share post:

Popular

Li ser Komplo Nirxandina Zekî Şengalî

https://youtu.be/uOb9NYhXydw

Nêrînên Şervanên Me

https://youtu.be/1iH5H9RjC4M

JI BO BÎRANÎNA Ş.ARÎN ŞENGAL

https://youtu.be/k2ZsUD8yiLs

Ş.ORHAN ŞENGAL