Saturday, April 19, 2025

YBŞ û YJŞ’ e mezin dibe

Date:

 Akademiya Şehîd Berxwedan dewreya “Şehîd Brusk Karker” ya şervanên YBŞ û YJŞ’ê bi merasîmekê bi dawî bû.

Bi boneya bi dawîbûna dewreya “Şehîd Brusk Karker” merasîmek hate darxistin. Di merasîmê  de gelê Êzidî, Fermandarên YBŞ û YJŞ’ê, dayîka Şehîd Brusk amade bûn.

Dewra Şehîd Brusk Karker 34 şervanan 3 mehan perwerde dîtin. Waneyên Bîrdozî yê wekî Rastîya Serokatî, Dîroka Jin, Dîroka Êzidxan û Kurdistanê û perwerda leşkerî dîtin. Akademîya Şehîd Berxwedan de şervanên YBŞ û YJŞ’ê di aliyê  taktîkên şer û birdozî de xwe kur dikin.

Di destpêkê merasîm de torenekî leşkerî ji aliyê şervanan hate darxistin. Piştre jî Fermandandariya YBŞ’ê Dijwar Feqîr dewra li şervanan pîroz kir û bal kişand hatina çeteyên PDK’ê li Xanesorê û wiha got: “Bi dawî bûna vê dewrê di rojek wekî îro 29’emîn salvegera komkujiya Helepçe de ciwanên Êzidxanê xwe perwerde dikin û hemberî dijmin û fermanan xwe rêxistin dikin. Lewra jî êdî ne Êzidxan û ne jî ciwanên wê wekî beriya fermanê ne, êdî gelê me xwedî îrade û tama azadiyê girtine. Ji bo wê ev axa pîroz ya Êzidxanê ku me bi xwîna ciwanên xwe rizgar kirine em ê radestî tû hêzan nekin û wê hêzên desthilatdar ên mîna PDK’ê jî nekaribin hêsan werin ser vê axê zilmê li gelê me bike. Em ê wekî YBŞ û YJŞ’e çawan ev 2 sale me bi dehan gundên Şengalê ji çeteyan rizgar kir û parast ji vê seatê pê de jî karê hêzên dagirker û çeteyan li ser vê axê nîne. Ne em û ne jî gelê me yê rastiya rûyê PDK’ê dîtiye vêya qebûl dike, çi dibe bila bibe wê ev çete ji axa Êzidxanê werin derxistin.”

Feqîr di dawiyê de wiha got: “Em wekî YBŞ’e carek din soz didin gelê xwe û şehîdên 73’ê fermanan em ê wekî şervanên Êzidxanê vê axê ji dagirker û dijminan biparêzin û rê nedin fermanek din ser vê axa muqedest pêk were.”

Piştî axaftinan, şervana  ji aliyên fermandar û dayîkên şehîdan bawernameyên xwe girtin û sond xwarin.

Hêja gotinê ye Şervanê YBŞ’ê Sifiyan Hecî Ehmed (Brusk Karker) yê ku bi dilxwazî ji bo tola keç û jinên Êzidî hilde berê xwe dabû Hemleya Rizgarkirina bajarê Minbicê, di 28’ê Hezîranê de li Minbicê şehîd bû.

Loading

Share post:

Popular

Li ser Komplo Nirxandina Zekî Şengalî

https://youtu.be/uOb9NYhXydw

Nêrînên Şervanên Me

https://youtu.be/1iH5H9RjC4M

JI BO BÎRANÎNA Ş.ARÎN ŞENGAL

https://youtu.be/k2ZsUD8yiLs

Ş.ORHAN ŞENGAL