Saturday, April 19, 2025

JI BO ÇAPEMENÎ Û RAYA GIŞTÎ

Date:

Di vê pevajoya ku tekoşîna azadiyê ya ji bo gelê Êzidî û axa pîroz ya Êzidxanê bi dijwarî berdewam dike, êrîş û lîsokên qirêj yên zîhniyeta ku gelê me ji 73 fermanan de derbaskir jî berdewam dike.

Hêza rewa ya YBŞ’ê di encama zihniyeta hov ya DAIŞ’ê bû sedema fermana 73’an a ku di 3’ê Tebaxa 2014’an  wekî hêza berxwedan hate avakirin, planên wan ên dagirkirin û qirkirina axa pîroz vale derketiye. Gelê me yê ku YBŞ/YJŞ’ê wekî hêviya azadiyê ji bo xwe dît û derdora wê bûn xelek, qirkirin, inkarkirin û yên hişmendiya dagirkeriyê temsil dikin, li kêleka qirkirina fîzikî, xwestin bi leyîstokên qirêj yên xistene dewrê  de nexwazim bigihijin azadiya xwe.

Herî dawî komên çete yên girêdayî PDK’ê di 3’ê adara 2017’an xwestin bajarokê Xanesorê dagir bikin, heman dîrokê de jî çeteyên DAIŞ’ê êrîşê gundên Sikêniyên û Xeyalê yên ku di hemleya “Tolhildana Jinên Êzidî” de hatibûn rizgar kirin. Herdû êrîşên hemwext bi watedarin ku di yek demê de pêk hatine, ev jî îspat dike ji bo yek armancê xizmet dikin.

Ji aliyekî de êrîşî Xanesorê tê kirin, ji aliye din de jî bi tarzekî balkêş çeteyên DAIŞ’ê li ser gundên hatine rizgarkirin êrîş dike, cuda îzaha vê rewşê nine. Bi dawi anina plana ku ji 3’ê Tebaxê maye, tê xwestin ku gelê me di bin qirqirinê de bê derbaskirin. Çeteyên ku di êrîşê Xanesorê de hatin şixulandin û wek ‘pêşmergeyên rojava’ tên binavkirin ne peşmergene, ji bo  tekoşîna li hemberî DAIŞ’ê zeyîfkirinê bi pere tên şixulandin e. Kesên metirsiya netewî hilnadin, cihên dibin dagirkeriyê de ne, pêşiya rizgar kirina Şengal’ê asteng û kelemîn, ji derveyî şûrê destê dijmin tû kar û xizmeta din nakin.

Lê belê wek ku, li hemberî van êrîşa di berxwedaniya gel û hêzên me de hat xuyakirin, yek êrîşê bi vê rengî wê negihîjê armanca xwe û em ê rê nedin ku di tekoşîna me asteng bike.

Ji ber vê sedemê yê ku hêzên jenosîd bi rê ya lîstokên qirêj ketine nav hewldanên gihîştina daxwazên xwe. Bi vê armancê PDK, di nav gel û YBŞ de faaliyetên qirêj dimeşîne. Di nav YBŞ de dixwaze faaliyetên ajantî bimeşîne, kesên ku ji YBŞ hatine qewitandin jî bi rêxistin dike û dixwaze di nav civakê de tevlîhevî avabike.

Dijminên gel, yên ku nesibê xwe ji exlaq û rêgezên mirovahiyê para xwe ne girtîn û xwedî vê zihniyetê ne tû hêvî û bendewarî jê nayê kirin. Lê divê tu car neyê ji bîrkirin ku ew kîjan rê bikarbînin jî wê bi sernekevin. Ev tevger, tevgera azadiyê ya li ser xwîna bi hezar kesên ku di bin qirqirinê de derbas bû hatiye avakirin. Bi encamên ji dîrokê girtiye, hêz, îrade û bi biryarbûna bersiva her cure êrîşî dayîn û lîstokên wan xerabkirinê de ye. Xwedanê wan lîstokên qirêj, wê bi tu awayî nikaribe ji bo azadiya gelê me astengî avabike.

Ewên ku di nav faaliyetên ajantiyê de ne û lîstokên qirêj dimeşînin, wê li hemberî gelê me hesabên xwe bidin. Li Şengalê ev kesên ku wan faaliyetan bi rêxistin dike jî, ji aliyê hezên me ve hatiye binçavkirin û derheqê wê de muameleyên pêwist berdewam dike. Ev kesê ku li aliyê PDK hatiye bi erkdar kirin, ji bo meşandina faaliyetên ajantiyê wek berpirsiyarê Şengalê hatiye erkdar kirin.

Dîsa duh, li Şengalê êrîşa ku li hemberî pêşmergeyan hatiye  pêkanîn, ji aliyê ew hêzen ku dixwazin tevlîhevî bidin avakirin û seriya tevlîhev bikin ve hatiye pêkanîn. Tû têkîliya YBŞ bi vê pêkanîna êrîşê nîne, em tu carî polîtîkayên pêşmergeyan hedef girtinê teswîp nakin û biryarekî me yê bi vê renge nîne.

Li hemberî lîstokên qirêj tekoşîna me heya niha çawa be li vir pêde  jî wê bi biryar berdewam bike. Gelê me yê li aliyê YBŞ/YJŞ yên li hemberî her cure êrîş û lîstokan parastina cewherî ne, pêwîste li hemberî van lîstokan hişyar be û firsendê nedin wan. Li hemberî  her êrîşên ku azadiya me, çanda me, zimanê me, baweriya me û axa me ya pîroz hedef digre, bi hêztir kirina rêxistinbûna xwe pewîste ji hêzên parastinê re piştvanî bide.

PDK yê ku di nav plan û faaliyetên qirêj de ye, em dibejin ku wê bi wan lîstokan encam negire. Bê gûman yek rêya çareseriyê heye ew jî yekbûna netewî ye, bi diyalogê esas tê girtin e. Tu êrîş û lîstokên qirêj wê encam negire.

FERMANDARIYA YBŞ

24.03.2017

Loading

Share post:

Popular

Li ser Komplo Nirxandina Zekî Şengalî

https://youtu.be/uOb9NYhXydw

Nêrînên Şervanên Me

https://youtu.be/1iH5H9RjC4M

JI BO BÎRANÎNA Ş.ARÎN ŞENGAL

https://youtu.be/k2ZsUD8yiLs

Ş.ORHAN ŞENGAL