Saturday, April 19, 2025

Jİ BO ÇAPEMENÎ Û RAYA GIŞTÎ

Date:

Di vê pêvajoya dîrokî de, ku civaka me ya Êzidî firsendeke bi dest xistiye, gelek planên qirêj û amadekariyên êrîşan tên kirin. Gelê me ji her demê bêhtir nêzî jiyana azad e, ku li bendê ye. Di heman demê de xiyanetê jî xiyanetê jî serî hildaye û bi êrîşên berfireh dixwaze pêşî li meşa gelê me ya ji bo jiyana azad bigire. Meşa civaka Êzidî ya li bajarên Ewropayê, di vê demê de gelekî girîng û watedar e. Dengvedana meşa me ya azadiyê li kolanên Ewropayê, yek ji gavên herî girîng ên ji bo jiholêrakirina dorpêçiya dagirkeriyê ye.

Li ser vê bingehê, em meşa Meclîsa Şengalê ya li Dîasporayê (MŞD), Sîwana Meclîsa Jinên Êzidî (SMJÊ) û Yekîtiya Ciwanên Êzidî silav dikin, ku di 20’ê Adarê de li Dusseldorfê dest pê kir û ber bi paytexta Belçîka Brukselê didome. Ev meşa we ya pîroz, ku ji bo naskirina xweseriya Şengalê, qebûlkirina YBŞ/YJŞ’ê li qada navneteweyî  weke hêza parastina Êzidiyan û şermezarkirina hewldanên xiyanet û dagirkeriyê yên çeteyên PDK’ê tê lidarxistin, ji ber ku nerazîbûn û daxwazên hevpar ên civaka Êzidiyan nîşan dide, bingeha  têkoşînê ye.

Ji bo qebûlkirina van daxwazên vîna civaka Êzidî, ji bo pêşîgirtina li armancên xayin û nokeran, em ê ji niha û pê ve jî bi biryardarî têkoşîna xwe bidomînin. Li ser vê bingehê, em qîrîna we ya azadiyê û vê meşa bi rûmet a li kolanên Ewropayê deng vedide, silav dikin û bang li gelê xwe dikin ku di nava her şert û mercî de yekîtiya demokratîk û têkoşîna xwe geş bikin.

 

 

FERMANDARîYA YBŞ

24.03.2017

 

 

Loading

Share post:

Popular

Li ser Komplo Nirxandina Zekî Şengalî

https://youtu.be/uOb9NYhXydw

Nêrînên Şervanên Me

https://youtu.be/1iH5H9RjC4M

JI BO BÎRANÎNA Ş.ARÎN ŞENGAL

https://youtu.be/k2ZsUD8yiLs

Ş.ORHAN ŞENGAL