Saturday, April 19, 2025

JI BO ÇAPEMENî Û RAYA GIŞTî

Date:

 

 

Hinek saziyên çapemeniyê rastiyên li ser şervanên Enteryasyonal heyî berevajî dikin. Ji bo wê em dibêjin ev agahî ji rastiyê dûrin yên ku tevlî YBŞ’ê dibin, bi taybetî jî şervan û ciwanên Enteryasyonal bi daxwaza xwe tên û kengê ji bixwazin aliyê me de ji bo çûna welatê xwe  astengî çênabin.

 

Şervanê Enteryasyonal yê bi navê Tomî beriya mehekê bi daxwaza xwe hatiye û tevlî nava refên YBŞ’ê bûye, li gorî xwesteka xwe kengê bixwaze wê biçe welatê xwe. Her wiha niha jî tabûrek xweser a şervanên Enteryasyonal di nava YBŞ’ê de hene. Ev şervanên Enteryasyonal êş û fermana ser gelê me yê Êzidî pêk hatine hîs kirine. Bi awayekî fedakar hatine li hemberî çeteyên DAIŞ’ê têkoşîn dikin. Em hatina şervanên Enteryasyonal girîng û watedar dibînin, tevlîbûna van şervanan ji bo YBŞ’ê moral û coşeke. Tevlîbûna van şervanan erkê xwe yê mirovahî pêk tînin, ji bo parastina gelê Êzidî û axa Êzidxanê. Em malbatên van şervanan ji dil û can silav dikin û spasiyê xwe pêşkêş dikin.

 

Yên ku astengî ji bo şervanên Enteryasyonal çêdikin PDK’e bi xwe ne. Dema dixwazin biçin welatê xwe ji aliyê PDK’ê ve tên asteng kirin û tên girtin. Beriya 2 mehan 8 şervanên Enteryasyonal dema dixwestin biçin welatê xwe ji aliyê Îstixbarata PDK’ê (Parastin) li bajarê Dohukê hatine girtin. Nahêlin şervanên Enteryasyonal werin tevlî Yekîneya Berxwedana Şengalê bibin. Dîsa rojnamevanên Biyanî dixwazin werin Şengalê rastî û berxwedana vir dixwazin kar bidin meşandin, lê ji aliyê PDK’ê ve carek din astengî çêdikin û destûr nadin çapemenî bi awayekî azad karê xwe bide meşandin.”

 

Hin saziyên PDK’ê yên çapemeniyê bi zimanê MÎT a Tirk nûçeyan amade dike û destnîşan kir, ku ev nûçe nakevin xizmeta gelê Kurd û civaka Êzidî. Em carek din van qenalan vedixwinin ku rastiya bûyeran û heqiqeta heyî binin ziman û rastiyan berevajî nekin.

 

FERMANDARîYA YBŞ

28.03.2017

Loading

Previous article
Next article

Share post:

Popular

Li ser Komplo Nirxandina Zekî Şengalî

https://youtu.be/uOb9NYhXydw

Nêrînên Şervanên Me

https://youtu.be/1iH5H9RjC4M

JI BO BÎRANÎNA Ş.ARÎN ŞENGAL

https://youtu.be/k2ZsUD8yiLs

Ş.ORHAN ŞENGAL