Sunday, April 20, 2025

JI BO ÇAPEMENÎ Û RAYA GIŞTÎ

Date:

25’ê Avrela 2017 seat di 02:00’an de balafirê şer yên Tirk li Şengalê êrişê hawayî pêk anî. Bombebaran heya seat 4’ê siharê ve berdewam kir. Di êrişan de 6 nokteyên YBŞ hat hedef girtin. Her wiha qadên ku sîvîl lê jiyan dikin jî hatine hedef girtin. Di êrişên ku qadên sîvîlan jî hedef hate girtin de, lojîstîka gelê Êzidî, navenda ragihandin û radyoya Dengê Çira Şengal’ê jî hatiye bomberankirin. Di encama wan bombebaranan de yek sîvîl jiyana xwe ji dest da û du şervanên YBŞ jî b awayek sivik birîndar bû.

Dewleta Tirk, bi êrişên hawayî dixwazê bingeha plansaziya girtina Musul-Kerkuk-Şengal-Tilêfer û di wan hereman de xwe serwext bike. Di wan êrişan de bi hedef girtina gelê Şengal û şervanên Êzidxanê ve dixwaze Şengalê vala bike. Piştre jî dixwaze plansaziyên faşîst û metînger di Başûrê Kurdistanê de bixe meriyetê. Em hedefa wan êrişan bi tenê li hemberî gelê Şengalê û YBŞ/YJŞ’ê nabînin, wek êrişekî di serî de Başûrê Kurdistanê û ji hemu Kurdan hedef digre dinirxînin. Metîngeriya Tirk bê ku cûdahî bixe di derbarê Kurd û Kurdayetî de çi hebe dike armanca êrişên xwe. Dixwazin tola, plansaziyên qirêj yên ku bi itîfaqa Tirkiye-DAIŞ’ê ve pêkhat û bi tekoşîn destanî ya gelê Êzidî ve hat vala derxistin bigrin. Hebûna Êzidî, deskeftiyên wê û pêşerojên wê yên azad tên hedef girtin.

Nûçeyên ku medyayên Tirk wek ‘Li Şengalê baragehên PKK hatiye lêdan’ bi giştî derew e. Li Şengalê serî de gelê Êzidî, şervanên YBŞ/YJŞ û navenda ragihandinê hedef hatiye girtin. Her wiha şerên taybet yên ku bi rêya ragihandinê tê peşxistin û tê xwestin ku di nav gelê Êzidî de bi avakirina psikolojiya tirsê wek cûreyek qirqirêne koçberiyê pêşbixin. Gelê Şengalê mîna destpêka fermanê, bi avayekî domdar li hember êrişên faşîst û planên xiyanetê, herdem û di her qadê de bûye xwediyê tekoşîn û sekna berxwedanekî pîroz.  Gelê me di asta zanebûna vala derxistina wan agahiyên berhema medyayê şerê taybetê ye û di asta hêza rêxistinbûnê ku li hember van êrişên qirêj tekoşînek xurt bide meşandinê. Li ser vê esasê em, destpêkê gelê Êzidî û tevahî Kurdistaniyan re banga tekoşînkirinê li dijî planên metînger dikin. Û bi vê awayî banga vala derxistina êrişên metînger û planê ddagirkirina Başûrê Kurdistanê dikin. Li hemberî hewldanên dagirkeriyê û hovîtiya metîngeriyê, yekanê rêya rizgariyê yekîtiya netewî ya gelê me û mezinkirina xeta berxwedanê ye.

Di vê êrişê kû hatiyê pêşxistin de cihên PDK jî hatiye hedefgirtin. Di encama van êrişan de pêşmergeyên ku jiyana xwe ji dest dane jî hene. Cihên pêşmerge bi zanebûn hatiye lêdan. Ji bo dewleta Tirk sifat çi be bila be hedefa wê ya esas hebûna Kurd û jiyana wê ya azad e. Dewleta Tirk Yê ku di dijminahiya Kurdan desinor nasnake dixwaze di navbera hêzên Kudî de nakokiyên heyî kurtir bike û bi vê awayê li ser esasa bê çareseriyên planên xwe yên metînger bigihîne serkeftinê. Ji ber wê yekê pêwîste hemu hêzên Kurdistanê li hember hewldanên metîngerî û di nav Kurdan de bi pêşxistina perçebûn û durxistina yekîtiya netewî hişyar be.

Ev hemu êriş berdewama êrişên fermana 3’ê Tebaxa 2014 yê ku bi itîfaqa dewleta Tirk û çeteyên DAIŞ’ê ve pêkhatîbû ye. Di pêvajoye ku her ku diçe dawîbûna çeteyên DAIŞ’ê nêzdibe de, êrişên dewleta Tirk yên bi vê rengê bi avayekî fîîlî li gel DAIŞ’ê cih girtin e. Lê belê me wek bi rêxistinbûna YBŞ/YJŞ çawa ku pêşiya fermanê girtibû,  li hemberî van êrişan jî hêzên bi taktîkên leşkerî yên xurt bê ku wendahî bidin vala hatiye derxistin. Ev êrişê ku pêkhatiye li hemberî gelê me êrişe kî xayin e. Em jî wek YBŞ ne tenê vala derxistina vê êrişê, bi bersiva hemu êrişan bi mîslî dayînê mafê xwe ya parastina rewa heya dawiyê bikarbînin. Gelê me yê Êzidî ye ku 73 fermana jiyankir, bi vê êrişê bi fermanekî nû re rû bi rû maye. Lê belê em wek hêza parastina gel YBŞ/YJŞ li hemberî hemu êrişan an jî planan bibin bersiv. Ev divê bê zanin ku; gelê me êdî parastina xwe ya xweser bi rêxistin û gihîştiye li hemberî van êrişan gihiştiye asta bersvbûna van êrişan. Em diyardikin ku ev êrişên ku li hemberî gelê tên meşandin wê tu car encam negre. Û em bang li hemu gelê me dikin ku, bi cih girtina tekoşîna mezin ya ku bi pêşengtiya YBŞ/YJŞ hat avakirin, heya ku Şengal û gelê êzidi azadiya xwe bidestxist di nav berxwedaniyê de bin.

FERMANDARIYA YBŞ/YJŞ

25.04.2017

 

Loading

Share post:

Popular

Li ser Komplo Nirxandina Zekî Şengalî

https://youtu.be/uOb9NYhXydw

Nêrînên Şervanên Me

https://youtu.be/1iH5H9RjC4M

JI BO BÎRANÎNA Ş.ARÎN ŞENGAL

https://youtu.be/k2ZsUD8yiLs

Ş.ORHAN ŞENGAL