Sunday, April 20, 2025

Fermandarê YBŞ’ê: Divê Gelê Başûr Li Hemberî Xiyaneta PDK’ê Bêdeng Nemîne

Date:

 

 

Fermandarê YBŞ’ê Dijwar Feqîr têkildarî êrîşên li ser Şengalê de axivî û diyar kir ku divê têkiliya di navbera Tirkiye û PDK’ê de were eşkere kirin. 
 

 

 

Roja 25’ê Nîsanê balafirên artêşa Tirk êrîşî ser Şengalê û Rojavayê Kurdistanê kiribû û ev jî rastî nerazîbûnên mezin hatibu. Fermandarên YBŞ’ê Dijwar Feqîr têkildarî armanca van êrîşan  re axivî û got: “ Armanca sereke ya êrîşên ser Şengal û Rojava ne PKK ye, armanca sereke ya êrîşan bi taybet gelê Êzidî û  gelê Kurd e. PDK dixwaze  bi êrîşan YBŞ’ê di çavê raya giştî de sucdar  bide nîşandan. PDK di van êrîşande li gel Tirkiyê di nav hevkariyê de ye. Divê gelê Başûrê Kurdistanê  li hember vê hevkarî û xiyaneta PDK’ê  bê deng nemîne.”

 

‘Dijminatiya Êzidiyan dîrokiye’

 

Dijwar Feqîr anî ziman ku êrîşên dewleta Tirk ne tiştek nû ye û wiha got: “Ev êrîşane dîrokîne û ne nûne. Dema mirov li dîroka Osmaniyan binêre mirov vêya  bi awayeke eşkere dibîne. Ji ber ev dagirkerî û mitîngerî di roja me ya îro de jî berdewam dike. Bi salan xwestin bi êrîşên xwe gelên ku li ser vê axê dijîn tune bikin. Ev êrîşên hewayî yên di salvegera Qirkirina Ermeniyan de hatin kirin ne tesedûfin. Ji bo tirsa împaratoriya xwe bimeşînin ev êrîş rastî vê rojê anîn.

 

‘Wê PDK û Tirkiye li Şengalê negihijin armanca xwe’

 

Tirkiye û PDK çi bikin bila bikin, wê li Şengalê negihijin armanca xwe. Destpêkê xwêstin di 2014’an de bi çeteyên DAIŞ’ê bidin kirin lê, negihiştin armanca xwe. Dîsa xwestin bi çeteyên ku ji aliyê PDK’ê ve hatin rêxistin kirin bi êrîşên li Xanesorê ku di 3’ê Adara 2017’an de pêk hatin encam bigirin. Lê dîsa bi ser neketin. Erdogan û AKP’ê dîtin ku bi vî awayî nikarin bi êrîşan îradeya gelê Êzidî bişkînin vê carê xwestin bi êrîşên hewayî darbeyekê lê bixin. Lê ev jî bê encam ma.”

 

‘Faşîzma Erdogan ruyekî cûda yê DAIŞ’ê ye’

 

Dijwar Feqî anî ziman ku Faşîzma Erdogan bi rengên cûda be jî hişmendiya DAIŞ’ê ye û got: “Dîkdatoriya faşîst ya Erdogan tucarî naxwazin gel bibin xwedî îrade û astengiyê li pêşiya berxwedana wan ya ji bo azadiyê saz dikin. Ji ber îro êrîşî her kesên ku li dijî DAIŞ’ê li ber xwe didin, dikin. Ji ber bi çeteyên DAIŞ’ê re xwedî heman hişmendiyêne. Ji ber vê hişmendiyê dijî di heman demê de binketina DAIŞ’ê weke binketina xwe dibînin. Ji ber ku ev wiya har dike û ji bo wê jî êrîşî Rojava, Şengal û hêzên QSD’ê dike. Kî êrîşî DAIŞ’ê bike, bila ev PKK be, bila YBŞ be û bila QSD be weke dijminê xwe dibîne. Ji bo ku berxwedana li dijî çeteyên DAIŞ’ê lewaz bike, tişta ji destê wê tê dike. Ew hemû êrîşên li dijî hêzên Êzidî, Kakayî, Sûryanî, Ereb û Kurd yên li dijî çeteyên DAIŞ’ê li ber xwe didin, meşrû dibinînin. Dewleta Faşîst ya Tirk terora herî mezin li ser gelan dimeşîne. Êdî hovîtiya ku Erdogan dike nayê hêjmartin. Ew jî dixwaze wek Ebubekîr Bagdadî her derê dagir bike. Hişmendiya wî bi DAIŞ’ê re hemane.  Her çiqas bi rengek cûda be jî Erdogan di encam de DAIŞ’e. Îro di mêtîngerî û dagikeriyê de sînor nas nake. Bi awayek fermî axa Iraqê dagir dike. Tişta ku Ebubekîr Begdadî li ser civakan pêk ne aniye Erdogan dixwaze bike.

 

 

Heta ku li ser vê axê Êzidiyek jî bimine dê bi ser nekevin. Li dijî van êrîşan civaka me li berxwe daye û dê berxwedana xwe bidomînin. Ji dîrokê heta roja me gelê Êzidî li dijî hemû komkujiyan bi dayîna berdêlan xwe parastiye û ji vê saetê û pêde jî nayê guhertin.”

 

‘Hedef gelê Êzidî bû’

 

Fermandarên YBŞ’ê Dijwar Feqîr diyar kir ku her çiqas bêjin ew di êrîşan de PKK’ê dikin hedef jî ne rast dibêjin û got: “Di van êrîşan de bi awayek giştî gelê Êzidî hatiye hedef girtin. Êrîşî sembolên pîroz yên gelê me dikin. Çawan ku çeteyên DAIŞ’ê êrîşî pîziyê me, êrîşê jinên Êzidî û zarokên wan dikin îro li Şengalê  êrîşî sembola berxwedanê Amuda’yê dike. Êrîşî cihên me yên pîroz û axa me ya ku me li ser şehîd dane dikin. Li radyoya dengê Êzidiyan, radyoya ku birînên gelê Êzidî dipêça, li Radiyoa Dengê Çira Şengalê xistin. Çawan ku di bûyera li Xanesorê de di şexsê Şehîd Nûjiyan de êrîşî çapemeniyê hat kirin, di van êrîşên hewayî de jî çapemenî dîsa hat hedef girtin. Hişmendî heman bû. Êrîş yekin lê navê wan cûdane.”

 

‘Dê ev êrîş tu demî encam negirin’

 

Dijwar Feqîr diyar kir ku dê tu carî êrîşên li dijî gelê Êzidî encam negirin û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Dê Erdogan bi tu şêweyan bi ser nekeve û bila hevkarên wê partiya PDK’ê jî xwe nexapîne. Bila vêya bizanin ku li kuderê Kurdek hebe dê Erdogan dijminahiyê bike. Şerm nake û dibêje agahiya YBŞ’ê ji van êrîşan hebû. Lê Erdogan bi xwe daxuyanî da û got; ‘Agahiya PDK’ê ji êrîşan hebû’. Ev rewş ji gelê Êzidî verşartin û jiyana gelê Êzidî  xistin metirsiyê. Li şûna hesabê vê îxanetê bidin ku dîsa ew bi xwe di nava van êrîşande ne, me sûcdar dikin.  Li şûna ku me sûcdar bikin, divê siyaseta xwe ya di vê derbarê de zelal biki. Ev siyaseta PDK’ê ne rewşeke ku bê qebûl kirine.  Ji ber yê herdem bi dewleta Tirk re di nava hevkariyê de PDK bi xweye. Ew çiqas bi pîlanên cuda bi ser gelê  Êzîdî de bên jî bila vêya baş bizanin ku dê her dem winda bikin. Ev gel di 74 fermanan re derbaz bûye û herdem li berxwe daye. Her dem yên ku êrîşî gelê Êzidî kirine pûşman bûne.”

 

‘Li hemberî van êrîşan helwesta me berxwedane’

 

Dijwar Feqîr  anî ziman ku li hemberî van êrîşan helwesta wan berxwedane û wiha got: “Li dijî dijminên vê axê û li dijminên gel weke YBŞ’ê helwesta me zelale. Kî êrîşî gelê me, baweriya me û axa me bike emê li dijî wan li berxwe bidin û bersiva pêwîst bidin. Me weke YBŞ/YJŞ’ê xwe weke îradeya gel ava kiriye. Ji bo 74 fermanên li ser gelê Ezidî dubare nebin me xwe birêxistin kir. Me ji tiştên ku jiyayî tecrûbe girtiye. Navê dijminê me çibe bila bibe, tenê yek rêya me heye ew jî berxwedane. Tişta ji bo me girîng parastine civaka Êzîdiye. Ew difikirin ku em bi êrîşên du balafiran, vê axê berdin û birevin. Lê ev wer hêsan nîne.”

 

‘Emê li dijî êrîşan bibin yekwicut’

 

Herî dawî Fermandarên YBŞ’ê Dijwar Feqîr anî ziman ku divê PDK ji bo gelê Başûrê Kurdistanê bi awayek vekirî hesabê vê lîstoka qirêj ya dewleta Tirk ku ew jî di navê deye û lihevkirina veşartî ya bi dewleta Tirk re bide û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Tişta em ji gelê Başûrê Kurdistanê dixwazin ewe ku rûyê rast yê PDK’ê bibînin û li dijî kiryarên wê bê deng nemînin. Ne rihetbûna xwe ya li dijî vêya  anîn ziman lê, divê hîn mezintir bikin.  Li dijî van êrîşan îro roja yekbûnê ye. Banga me ya ji hemû gelê me re ewe ku li dijî van êrîşan bexwedana xwe bilind bikin.”

 

Loading

Share post:

Popular

Li ser Komplo Nirxandina Zekî Şengalî

https://youtu.be/uOb9NYhXydw

Nêrînên Şervanên Me

https://youtu.be/1iH5H9RjC4M

JI BO BÎRANÎNA Ş.ARÎN ŞENGAL

https://youtu.be/k2ZsUD8yiLs

Ş.ORHAN ŞENGAL