Rêhevalê me Gelhat Kobani di dîroka 08.06.2017 de, bi sedema qezayê ku derbaskirî de jiyana xwe ji dest da û gihîşte şehadetê.
Nirxên şoreşgerî yên ku bi şehîdan, bi bedel û kedên mezin tên avakirin, qehremanên bi berxwedaniya Şengal’ê ya 3 salan derketine holê, bi girên mezin me bi tekoşîna azadiyê ve giredide. Dibin rotayê şerê me ya jiyana azad, roja me û pêşeroja me wek meşalayekî bê dawî ronî dikin. Bi jiyan, tekoşîn û mîrasên berxwedaniyê rêheval Gelhat jî bû yek ji van nirxên mezin yên vê destana dîrokî. Bi jiyana xwe ya diyarî berxwedaniya Şengalê kir, ji bo pêşerojên azad, tekoşîn û berxwedaniyê bang li me kir û ew jî bû nimînêrê xeta berxwedaniya fedaî ya ku bi Berxwedanan, Bêrîvanan û Şengalan hat hevrêsîn.
Rêheval Gelhat yê ku bavê wî ji tede malbata wî de gelek kes di nav refên Şoreşa Rojava de cih digre û xwuşkekî wî jî di nav tekoşîna azadiyê de şehîd ketiye; ji dîrokê heya niha di tekoşîna azadiya Kurdistanê de berxwedaniya ku bi qehremanan hatiye avakirin de bûye wek mînaka rûmet û qehremanekî pêşeng ya malabetî welatparêz yê bi nirx.
Di demekî ku bi îtifaqên qirêj û xiyanetê ve hat xwestin ku Şengal’ê teslimî çeteyên DAIŞ’ê yên hov û tecavuzkar bikin de, bi zanistiyek dîrokî ya mezin û bi hêstên berpirsiyariya însanî-vîcdanî guhdayîna feryadên gelê Êzidî, di nav berxwedaniya Şengalê de cihê xwe girt. Reheval Gelhat yê ku di her demê de bi vê zanistiya dîrokî jiyankirinê, bi hêstekî mezin ya bi kîn û hirs, li ser esasê tolrakiririna xiyaneta ku li ser gelê Êzidî hatine jiyankirin heya dema xwe ya dawiyê xwedî tekoşînekî mezin bû. Di berxwedaniya Şengalê ya ku 2015’an tevlîbû, di hemu pêngavan de bi hêwer û fidakarî di çeperên herî pêş de cihê xwe girt û bi sekna xwe ya xwînsar û gehîştî di nav rêhevalên xwe de bû îfadeya bawerî û giredanbûnê. Rêheval Gelhat yê ku di giştî jiyana xwe û tekoşîna xwe de bi sadebûn, mutevazîbûn û kedkariya xwe xwedî sekinekî mînak bû. Wekî wî, bi xwuşka xwe an jî rêhevalê xwe Pervîn Arîn re li cih û demê cûda de ji bo heman armanc û baweriyê hatin gelhev û bû mîlîtanêk dilsoza girêdanbûn û soza xwe.
Em di şexsê rêheval Gelhat Kobanê de hemu qehremanên nemir yên berxwedaniya Şengalê bibîrtînin, ji bo balbata wî û tevahî gelê Kurdistanê re sersaxî dixwazin. Di serî de gelê Êzidî ji bo hemu gelên bindest re bi diyarîkirina jiyanek azad û demokratîk yê ku hevî û xeyalên şehîda ye, em ê ji şehîdên xwe re bibin bersiv. Nirxên tekoşînê yê ku ji me re wek mîras hiştine, wek alê xulikariya pêşerojên azad û tekoşînê em ê heya serkeftinê hilgirin.
***
Navê Kod: Gelhat Kobani
Nav û Paşnav: Beşar Oso
Cih û Dîroka Ji Dayîkbûnê: 1998/Kobani
Cih û Dîroka Tevlîbûnê: 2015/Kobani
Cih û Dîroka Şehadetê: 08.06.2017/Şengal
FERMANDARÎYA YBŞ
11.06.2017