Sunday, April 20, 2025

JI BO ÇAPEMENÎ Û RAYA GIŞTÎ

Date:

Şehîd Şengal û şehîd Hêjar di dîroka 09.11.2017’an de di çûyîna erke de bi qezeyekê gihîştin karwanên şehadetê.

Rêheval Şengal rastiya fermanê bi çaveke vekirî ditiye û bûbû hevpara hemû êşên gelê xwe. Ji bo derketina hemberî çeteyên dagirker a Daîşê, ew berê xwe daye YBŞ. Di demên herî zor û zehmetan de sekna xwe ya şoreşgerî nîşan daye û ji bo barê gelê me yê Êzidî rabike wêrektî û fedakartiyeke mezin raber kiriye. Ji roja destpêkê heya niha gelek qadên cûda de cih girtiye û her erka ku girtiye li ser milê xwe bi awayekî serkeftî pêk aniye. Di jiyana xwe de fedakarbûyîna wî di asteke jor de bû û di nav hevalên xwe de gelek dihate hezkirin û weke mînak dihat nişandan. Hevalê Şengal hestên xwe yê tolhildanê li hemberî dijminê xwe ti carê bernedaye. Ger şehadet nehatiba jiyan kirin, pêşiya rêheval Şengal vekirî bû û dikaribû bibe yek ji fermanderekî mezin.

Rêheval Hêjar bi awayeke aktîf li hemberî çeteyên Daîşê şer kiriye û piştî fermanê beriya xwe daye YBŞ ku hêza xwe parastina Êzidiyan e. Ew heval ji gundê Sîba bû ku ev gund di dema çeteyên Daîşê êrîş li ser hatibû kirin berxwedabû. Rihê xwe yê berxwedêr ji gundê xwe girtibû û xwestibû ev rihê ku avabûyî di nav YBŞê de hîn xortir bike. Şehîd Hêjar jî yek ji hevalên ku fermanê bi çavên xwe dîtibû û hestên wî yê tolhildanê li hemberî dijmin zêdetir bû. Ji ber êşên gelê Êzidî kişandî her tim xwestibû bibe bersiv. Piştî fermanê rêheva Hêjar bêyî ku tereddut jiyan bike di her milî de li hemberî çeteyên Daîşê bi awayekî hirs û întîqameke mezin şer kir. Bi vê awayî hevalê Hêjar mîrateyeke mezin ji bo hemû hevalên xwe re hişt û jiyaneke şoreşgerî çawa bê jiyîn ji me re nîşan da.

Her dû şehadetên ku pir bi êş hate jiyîn em gelekî xemgîn kiriye. Em ji bo malbatên bi nirx şehîd Şengal û şehîd Hêjar re sersaxî dixwazin. Em car din dûbare dibêjin ku doza pîroz a ku hevalên me yên şehîd ji bo me hiştiye emê bi vê dozê re layiq bin.

Navê Kod: Şengal

Nav û Paşnav: Qewal Bapîr Êdû

Cih û Dîroka ji Dayîkbûnê: 1997/Girzerik

Cih û Dîroka Şehadetê: 09.11.2017/Mediban

******

Navê Kod: Hêjar

Nav û Paşnav: Hecî Reşo Hesen

Cih û Dîroka ji Dayîkbûnê: 1995/Siba

Cih û Dîroka Şehadetê: 09.11.2017/Mediban

******

FERMANDARIYA YBŞ

10.11.2017

Loading

Share post:

Popular

Li ser Komplo Nirxandina Zekî Şengalî

https://youtu.be/uOb9NYhXydw

Nêrînên Şervanên Me

https://youtu.be/1iH5H9RjC4M

JI BO BÎRANÎNA Ş.ARÎN ŞENGAL

https://youtu.be/k2ZsUD8yiLs

Ş.ORHAN ŞENGAL