Di salvegera yazdemîn ya komkujiya Til Ezer û Sîba Şêx Xidir û her wiha çaremîn salvegera komkujiya Koço’yê de em tevahî şehîdên fermanê bibîrtînin. Di şexsê şehîdên her sê komkujiyan de em tevahî şehîdên fermanê bi rêz û bi minet bibîrtînin û bi rihê tolhildana hemu ferman û qirkirinan soza xwe ya bilindkirina têkoşînê û bûyîna bersiva tevahî fermanan nû dikin.
Di dîroka me ya kevnar de çawa ku her tim li ser gelê me êrîş û qirkirinên dijwar hatibe pêkanîn, yek ji van êrişên metînger jî ya ji aliyê hêzên ku ola me, bîr û baweriya me û nasnameya me nasnakin ve hatiye pêkanîn. Êrîşa qirker yê ku di sala 2007 li ser Til Ezer û Sîba Şêx Xidir pek hat, amadekariya fermena 3 meha 8 ya 2014 bu. 500 însanên me di vê qirkirinê de jiyana xwe ji dest dan û zêdetirî 150 kes jî aqubeta wan ne diyar e. Ev fermana ku weke provaya amadekirina bingeha fermana 3 meha 8 pêk hatî, bi keraseta Koço xwestin temem bikin. Qetlîama Koço, ya ku di 15’ê Tebax’ê de pêk hatî, hişmendiya dijminatî û zalimtiya li ser gelê vê xakê bû. Zaninstek dibêje ku ‘ger hun bixwazin erdnigariyekî nasbikin, li şêwazê kuştin û mirinê wan meyze bikin’. Şêwazê bi ser de hatina gelê me, rismê reseniya me û hişê dîrokî yê dijminê me ye. Ev hemu êriş jî di dîrokên plankirî de hatiye pêkanîn. Lewra di 15’ê Tebaxê ya roja vejîn û hişyarbûna gelê Kurd de pêkanîna êrişek bi vî rengî xwedî wateyek bi çi rengî ye ev yek tê zanîn. Ev hişekî dîrokî û tolhildana dîrokî a ji civaka azadixwaz e. Ji ber ku 15’ê Tebaxê ji bona gelê Kurdistanê û gelê Rojhilata Navîn roja nasnameya azadiyê afirandin e.
Di Rojhilata Navîn de gelek civakên kêm netew, xwedî baweriyên cûda bi êriş û qirkirinên bi vî rengî re rû bi rû mane, lê roja îro em ji şehîdên xwe yên Til Ezer, Sîba Şêx Xidir, Koço û 74 fermanan re dibêjin ‘îro keç û xortên vê xakê, bi peyman tola xwe birêxistinkiriye. Weke civaka Êzidî li hemberî van êrişên qirker bi rêxistinkirina YBŞ’ê û YJŞ’ê me hebûn, nasname û baweriya xwe ya pîroz parast, xwe gihand heya roja me ya îro. Bi berxwedaniya çar salan ya ku bi armanca parastina nirx, bawerî, ol û hebûna xwe pêşxistiye di nav sehneyê dîrokê de me cihê xwe girtiye. Li ser vê bingehê weke hêza YBŞ û YJŞ’ê, ji bo parastina nirx, hebûn, çand, ol û destkeftiyên xwe yên berxwedaniya axa pîroz ya Şengalê de û her wiha ji bona xwedî derketina xeyalên şehîdên vê berxwedaniyê; careke din di serî de gelên Rojhilata Navîn em ji tevahî gelên cîhanê re radighînin ku heya kêliya xwîna xwe ya dawiyê wê hebûna me bibe soza tolhildana me û azadiya pêşerojê. ji bo azadiya tevahî Rojhilata Navîn û cîhanê emê tekoşîna xwe bilind bikin.
Bi ala berxwedaniyê ya ku me ji şehîdên xwe yên qehreman girtiye, em careke din tevahî şehîdên azadî û berxwedaniya axa pîroz û di şexsê şehîdên komkujiya Til Ezer, Sîba Şêx Xidir û Koço de em tevahî şehîdên 73 fermanan bi rêz bibîrtînin û soza xwe ya xwedî derketina armanca şehîdan nû dikin. Em sond dixwun ku heya yek jin, zarok û gelê me di destê dijminan de be, emê têkoşîna xwe bê sînor bikin û bibin temînata rizgarkirina tevahî gelê me.
FERMANDARIYA YBŞ
14.08.2018