Saturday, April 19, 2025

JI BO ÇAPEMENÎ Û RAYA GIŞTÎ

Date:

Mîr Tahsîn Saîd Elî Beg yê ku Serokê civata Rûhanî û mezinê Êzidiyan bû, ku ev demeke dirêje bi nexweşiya bê derman li welatê Elmaniyayê dihat tedawî kirin  jiyana xwe ji dest da.

Em weke Yekîneyên Berxwedan Şingalê di serî de sersaxiyê ji gelê xwe û malbata Mîr Tahsîn Beg re dixwazin. Mîr Tahsîn Saîd Elî Beg ji sala 1944 weke Mîr û mezinê gelê Ezidî tê naskirin. Dema Tahsîn Saîd Beg dibe Mîr ew bi xwe 11 salî ye û heta ku temenê wî tijî dibe (18 salî) pîrika wî Meyan Xatûn bi berdevkî karên mîrantiyê yên fermî dimeşînê. Ev rastiyeke ku kesayeta mîrantiyê di Mîr Tahsîn Beg de ya ku ji zaroktiya wî de destpêkiriye dike xwedî roleke mezin û pir bi bandor.

Li ser van esasan rihmet kirina Mîrê me ya Êzidiyan bû xemgînî û êşek di dilê hemû gelê me de ji ber Mîr Tahsîn tu car nebû ji bo xwe û malbata xwe. Hemû jiyana xwe di xizmeta gelê xwe de derbas kir û roxmî pir zehmetiyên mezin jî her berxwedanî û serî rakirin hilbijart, bi keda xwe bû mîr û rêveberê civaka xwe. Bû rêveberê ev civaka ku di her cure êrîşan re derbas bûye, ji ber ku her êrîş û zirara ku bi ser gelê xwe de didît tu car ji xwe qut ne dît û bi rihê civakê re bû yek, ev yekbûna Mîrê civaka me bi  rihê civakbûnê re ew ber bi berpirsyartiyeke bê dawî ve bir.

Li hember ev berpirsiyartiya xwe ya bê dawî rihê berpirsiyartiya ku em riya wî bişopînin di me de mezin kir û xwe weke pêşengeke serxwebûn û azadiyê di zakîreya mirovahiyê de hêşt. Her çiqas ku jiyana xwe ji dest dabe jî, lê pêşengên civaka me ku xwe bê mirin kirin weke Mam Zekî Şingalî û Mîr Tahsîn Beg ku kedek mezin ji bo vê civakê dane, her dibin destpêkek nû, her wiha îsrara di azadiyê de bi hêz dikin. Mîr Tahsîn Beg; Kesayeteke ku di xizmeta welatê xwe de jiyan kir ji ber wê bû navek  ku nayê ji bîr kirin û kete dîroka ku qed yê neyê winda kirin.

Li ser vê esasî em her kêliya ked û tekoşînê ya Mîr Tehsîn Beg pîroz û pir bi nirx dibînin û weke parazvanên Şingalê û welatê xwe soza xwe ya ji bo gelê xwe ji Mîr Tehsîn Beg re ji nû de tînin ziman û em bi baweriyeke mezin hêvî ji gelê xwe dikin ku yê li ser şopa Mîrê civaka xwe û her xizmetkarekî welatê xwe bibin şopdar û xwedî ked.

FERMANDARIYA YBŞ

29-1-2019

Loading

Share post:

Popular

Li ser Komplo Nirxandina Zekî Şengalî

https://youtu.be/uOb9NYhXydw

Nêrînên Şervanên Me

https://youtu.be/1iH5H9RjC4M

JI BO BÎRANÎNA Ş.ARÎN ŞENGAL

https://youtu.be/k2ZsUD8yiLs

Ş.ORHAN ŞENGAL