Saturday, April 19, 2025

JI BO ÇAPEMENÎ Û RAYA GIŞTÎ

Date:

8.EMÎN SALVEGERA RİZGARKİRİNA ŞENGALÊ Lİ TEVAHİYA GELÊ ME YÊ WELATPARÊZ PÎROZ BE

 

 

Di serî de em tevahiya şehîdên xwe ê rizgarkirina Şingalê, bi hemû hezkirin, hûrmet û rêzên xwe ve bibîrtînin, bejna xwe li beramberî bîranînên wan di tewînin. Soza me daye wan şehîdên xwe em ê di şopdariya wan qehremanan de teqez bi serkeftinê ve tacîdar bikîn.

 

Beriya 8 sala bi destê çeteyên DAİŞ’ê êrîşeke qirkirinê ser gelê me de anîn. Li hemberî vê qirkeriyê, gelê me bi îrade û baweriya xwe û derfetên kêm ê di destê xwe de berxwe da. Ev berxwedanî vegeriya têkoşîna ku hesabên dijmin binxistinê. Bi teybetî berdêl, fedekarî, qehremanî û keda gerilayên azadiyê ê HPG-YJA STAR’ê ber gelê me de daye em heyanî dawiyê deyndarê wanin. Di wan rojên herî giran û bê derfet de wan egîdan di pêşengiya Mam Zekiyan, Egît Cîwyanan, Dilşêr Herekolan, Nujînan, Çekoyan, Memoyan û Rusyaran Dilgeş û Agiran heyanî Seîdan, Şîlanan, Nujiyanan, Dijwar û Azadan de xwedî li gelê me derketin û ji bo rizgarkirina axa me ya pîroz heyanî dawiyê têkoşîneke bê hempa raber kirin. Di oxira rizgarkirina gelê me û axa me de bêy ku dudîlî jiyanbikin, bêy ku armancekedinê ji bo xwe bigirin û bêy berjewendiyên takekesî bifikirin ev têkoşîna xwe bê qûsûr berdewam kirin. Ser vî esasî em van qehreman û pêşengên xwe bi hemû rêzdarî, hûrmet û heskirinên xwe ve bibîrtînîn bejna xwe li beramberî bîranînên wan di tewînin. Ew ji bona civaka me sembol û navê berxwedanêne, navê têkoşînêne û navê azadiyêne.

Ji demên bihorî bigire heyanî êrîşên DAİŞ’ê hertim civaka me bi qêrkirinê re, axa me bi dagirkirinê re; ol, bawerî, pîrozî û çanda me bi tûnekirinê re rû bi rû hatiye hiştin. Civaka me dan koçberkirin, komkujî pêkanîn, keç, zarok, jin û cîwanên me revandin. Gûnd û bajarên me talankirin; pîrozgehên me xirakirin. Xwastin tişteke bi navê civaka me ser rûyê erdê nehêlin. Bi hişmendî û feraseteke vî rengî ser me de hatin. Li hemberî hişmendî û feraseteke wûsa a dijî mirovahiyê û exlaq, tokoşîn dayîna meşandin helbet ne hêsan bû. Bi rasti jî di wan dema de berde derfetên têkoşîn û şerê rizgariyê dayîna meşandinê; derfetek ê jiyankirinê ji bo me nehatibû hiştin.

Bi teybetî li hemberî fermana sala 2014’an ya ku bi destê DAİŞ’ê ser civaka me de anînê de Di rewşeke bi wî rengî giran, zor-zehmet de, di nava wê bê derfetiyê de me weke civaka Êzidî di pêşengiya Seîdan, Berxwedanan, Dijwaran, Zerdeştan, Berîvanan û Pîr Hemîdan de me bi yek fikir û felsefeyê xwe bi rêxistinkir û me dest bi têkoşîna azadiyê kir.  Bi yek armancê ve me şerê azadiyê da meşandin. Me bi wê îradeya xwe li kêleka gerilayên azadiyê û şervanên YPG-YPJ’ê hesabên dijmin di paxila wan de hişt û me rê neda ku xwe bigîhînin armanca xwe.

Ji roja destpêkê heyanî roja îro ev nirx û destkeftiyên hatine afirandin, bi berdêl dayînê ve hatine afirandin. Yek bihostê vê axa qedîm nemaye ku xwîn li ser nehatiye rijandin. Helbet em ê di vê watê de bi gelê xwe yê berxwedêr ve van nirxan biparêzin. Ji ber ku van şehîdên me ev nirx û têkoşîn bi vî rengî dewrî me kirin. Wesyeta wan ew e ku em vê têkoşîna wan ya bi nirx bi gelê xwe re berdewam bikin. ji bo wê jî eger di wan şert û mercên bê derfet de me karibe xwe bi rêxistin bikîn em di roja me ya îro de bi saya keda şehîdên xwe dikarin xwe mezintir bi rêxistin bikîn. Eger me karibe dijminê mirovahiyê li ser vê axê binerd kiribe, em dikarin tevahiya êrîşên heyî têk bibiîn, eger me karibiye em di bê derfetiyê de derfet avabikin, em dikarin îro bi tifaqiyeqê bedew ve têkoşîn bikîn. Ji ber ku em îro bi saya keda şehîdên xwe yên qehreman gihîştîne wê astê. Em îro xwedî ew hêzin ku destkeftiyên xwe biparêzin. Divê gelê me jî ser vî esasî baweriya xwe xurt bike, wan rojan jibîrneke û ji bo tolgirtina hemû şehîd û dilgirtiyên xwe têkoşînê mezin bike. Şehîdên me, dilgirtiyên me, keç, zarok, dayîk, cîwan, bav û qalên me ê ku hêviya xwe dane me vê yekê ji me dixwazin. Her wûha berdêl çî dibe bila bibe li hemberî her cûre îxanet û xwe firoşiyê, li hemberî her cûre êrîş û zextan, li hemberî her cûre feraset û hişmendiya qirkeriyê em ê berxwe bidin. Eger di roja me ya îro de bi teybetî dewleta Tirk a dagirker û qirker bi hişmendiya tolgirtina DAİŞ’ê ve carekedinê dixwaze axa me dagir bike. Li ser wî esasî êrîşên xwe bi berfirehîtir berdewam dike. Cardin bi destê xeta îxanet û xwe firoşan ve dixwazin feramanên nû bi me bidin jiyankirin. Bi rêya MİT û şerê teybet ve êrîşên derveyî exlaq didin meşandin û van êrîşên xwe berdewam dikin. Ji bo wê jî her roj siyasetek, leyîstokek û hevpeymanên cûda ser civaka me çêdikin û dixwazin bi wî rengî xwe bigîhînin armanca xwe. Lê belê ev civaka qedîm çawa ku di sala 2014’an de li hemberî dagirkerî û qirkeriyê rabû û berxwe da, wê li hemberî dagirkerî û qirkeriyên nû bi mezintir berxwe bide. Di heman demî de wê xwedî li van nirx, destkeftî û keda xwe derkeve. Di heman demî de em soz didin şehîdên xwe û gelê xwe, ser şopa wan egîdan em ê hesabê mezin ji xwe firoş, ji xeta îxanetê û sîxêriyê bipirsin. Ew kesên ku dibin heval bendê wan û dibin amûrê wan wê derkevin pêşberî vî gelî wê hesap bidin gel û şehîdên me. Soza me ji bo gel û şehîdên me wê ser vî bingehî be.

Di şopdariya pakrawanên xwe ê ku xwe ji bo civaka me fedakirine de em ê vê têkoşînê dimildest bi serkeftinê re tacîdar bikin. Ser vî bingehî em jî şehîdên xwe yên destpêkê heyanî yên qorîdora mirovahiyê, ji şehîdên xwe yên 11 meha ku bi hemû hebûna xwe ve bi şev û roj di çeperên herî giran ê mehelê de têkoşînek bê hempa raberkirine û heyanî şehîdên xwe ê dawiyê bi hemû heskirin û rêzdariyên xwe ve bibîrtînîn, bejna xwe li beramberî bîranînên wan ditewînîn. Bi pêkanîna soza me daye van egîdên xwe ve em ê têkoşîna wan a ku dewrî me kirine em ê bigîhînîn zafer ê.

 

Ser vî esasî em vê rojê di serî de li Rêber Apo, şehîdên xwe, malbatên şehîdan, gelê xwe, li şervanên YPG-YPJ’ê û li gerilayên azadiya Kurdistanê ku îro li çiyayên azad li hemberî dagirkeriyê destanan dinivîsin pîroz dikîn.

 

12.11.2022

Fermandariya YBŞ

Loading

Share post:

Popular

Li ser Komplo Nirxandina Zekî Şengalî

https://youtu.be/uOb9NYhXydw

Nêrînên Şervanên Me

https://youtu.be/1iH5H9RjC4M

JI BO BÎRANÎNA Ş.ARÎN ŞENGAL

https://youtu.be/k2ZsUD8yiLs

Ş.ORHAN ŞENGAL