Friday, April 18, 2025

JI BO RAYA GIŞTÎ

Date:

Em endamê xwe ya fermandariya YBŞ’ê H. Dîndar Avêsta û endamê meclisa xwe leşkerî H. Çiya Feqîr û hevrêyê xwe yê ciwan û pêşeng Pîran Pîr ku di 17’ê Îlona 2023’an de li Serdeşta çiyayê Şengalê, di encamê êrîşeke hewayî ya dewleta Tirk ya dagirker de şehîd bûne, di yekem salvegera şehadeta wan de, bi rêzdarî û minet bi bîr tînin.
Em weke civaka Êzidî di roja me ya îro de, di yek ji pêvajoyên herî girîng û biwate yên dîrokî re derbas dibin. Dijminên me û bitaybet Dewleta Tirk ya dagirker tevî xeta hevkar û dinav de dijminê kokê ji bo ku deskeftiyên me têk bibin, îrada me bişkênin û me bê pêşeng bihêlin serê li her rê û rêbazî didin. Bi taybet pêşengê me yên şerê Daîş hemûyan dixe hedef û dixwaze tola binkeftin û têk birina çeteyên Daîş ji wana hilîne. Di nava vê de rola istixbarata Pdk’ê parastin diyarkere. Her wisa bi mixabinî hinek kesên ku li ser Êzidiya bihesab in dibin amûr û destek ji van pilanan re û serê fermandarên Êzidiya dixin bazarê de ji bo çend qirûşan. Ev hevkarî û bê rûmetî bû sedem ku em wek civak gelek fermandar û pêşengên xwe winda bikin. Ji wana fermandar û pêşengên me Dîndar, Çiya û Pîran ku di 17’ê meha Îlona 2023’an de di encamê êrîşeke hewayî ya dewleta Tirk ya faşîst de û bidestêka xeta hevkar û dijminê kokê de şehîd ketin e.
Hevalê me Dîndar yek ji ciwanê Êzidî yên destpêkê ye ku berê xwe daye nava refên berxwedana Şengalê. Û di heman demê de yek ji avaker û damazînerên hêzên me ye. Ew ji roja tevlî bû û pê ve li her qada ku lê têkoşiya bûye kesayetekî pêşeng, fermandar û şoreşgerekî mezin. Her wisa ew yek ji pêşengên şerê me yê li hember çeteyên Daîş e. Bost bibost li ser xaka Şengalê li hember çete û xeta hevkar şer kiriye. Di rizgarkirina piraniya derverên Şengal û derdora wê de cih girtiye. Û dinava gelek hemleyên rizgar kirinê ên li Rojava yê Kurdistanê jî cihê xwe girtiye. Bi armanca ku rastiya Rêbert APO hîn nas bike û xwe têde kûr bike di zivistana 2015’an derbasî yekem perwerdeya akadimîk li Şengalê dibe. Bi rêbaza xwe ya fermandariya dilnizim, sekna li nava jiyanê û bi karên xwe, hevalên xwe perwerde kir, bi her hevalên xwe re têkiliyeke bi wate ya hevaltî danî, cihê xwe di dilê hevalên xwe de girt û her tim bû fermandar û pêşengek. Perspektîfa Rêbertî ku digot ‘Her kêliya ji bilî çalakiyê, dema perwerdeyê ye’ ji xwe re kir dîsîplîna jiyanê. Bi eşqa xwendin û hînbûnê tijî û dagirtî bû. Her ku firsend didît dixwend, pirtûk timî pê re bû, lewma teorî û pratîka xwe kir yek, bi vî rengî bû yek ji pêşengên civaka me.
Hevrê Çiya Ferqîr ji yek ji fermandarên me yên ku xwedî rol û misyonekî mezin bû di pêşengtiya şerê li hember çeteyên Daîş’ê de. Ew diher zorî û zehmetiyê de li pêş bû. Tu carî di erk û berpirsyaryên xwe de dudilî jiyan nekir û li dikesayeta xwe de hemû taybetmendyên milîtaniya Apoyî afrandbûn. Kesekî ku bi dilnizmî, wêrekî, fedekarî û hevaltiya xwe dinava hevalên xwe de her mînak bû. Hemû kêliyên jiyana xwe bi wate û dagirtî derbas kirin. Û ji bo mezinkirina hêzên me xwedî hawildanên bêsînor bû. Her wisa ji bo parastina dozê û deskeftiyan her dinava liv û tevgerê de bû. Û li gor pîvanên şoreşgertî heya kêliya dawî ya jiyana xwe biberpirsyarî tevgeriya ye.
Hevalê Pîran Pîr jî ku yek ji ewladên bi cewher ên gelê me bû. Ji tebeqa Pîra ye ku her dem nûnertiya cewher û nirxên civaka me kiriye û bihezarên sala bi rolê xwe yê pêşengtiyê rabûye û di şexsê Pîran, Çeko û Tekoşeran de ev pêşengtî dewam kiriye û heya roja îro aniye. Heval Pîran di temenê xwe yê ciwan de ketiye nava lêgerîna azadiyê û bi êrîşa çeteyên Daîş’ê ya ser Şengalê bidemekî kurt tevlî berxwedanê Şengalê bûye. Şerê taybet ê dijmin yê li hemberî Êzidiya_Şengal, bi taybetî li dijî ciwanan fêm kiriye û bi xwe naskirin, rêxistinkirin, perwerdekirin her kêlî vala derxistiye. Ew bi tevlêbûna xwe ya bi coş her tim di nava hevalên xwe de dihat hezkirin, tevî temenê xwe yê ciwan jî di dihizir û ramanên Rêber APO de xwe kûr kiriye û milîtaniya Apoyî ya bingehîn bi serkeftî di sekin, jiyan û kar û xebat xwe de her dem serwer kiriye û di asta herî jor de pêk aniye. Di nava gelek kar û xebatên cur bicur de cihê xwe girtiye û her dem serkeftî bi encam dane.
Her wisa, careke din em hişyarî didin kesên ku li xwe mûkir hatîne û ketîna firqa şaşti û sûcên xwe de û dibêjin; mayîma we çiqas di vê rê de dirêj bike ewqas hesabê we giran dibe”. Ji bo vê divê her kes bizane ku her dawiya rêya sîxuriyê poşmanî û rûerşiyê. Û em wek civak û hêz wê tu carî kesên ku destê wan ketiya xwîna ewlad û hevrên me de efû nekin û emê hesab ê giran ji wna bixwaz in.
Dubare, em ji gel û hevrêyên xwe re soza ku me daye wan nû dikin û didin diyar kirin ku em ê li ser rêya ku Dîndaran, Çiyayan û Pîranan bi ruhê xwe yê Apoyî nîşanî me dane, têkoşîna xwe bidomînin, deskeftî û qezancên ku bixwîna afrandine biparêz in û mîrateya cangoriyên xwe bi Şengaleke azad û xweser tacîdar bikin.

17-09-2024
FERMANDARIYA YBŞ’ê

Loading

Share post:

Popular

Li ser Komplo Nirxandina Zekî Şengalî

https://youtu.be/uOb9NYhXydw

Nêrînên Şervanên Me

https://youtu.be/1iH5H9RjC4M

JI BO BÎRANÎNA Ş.ARÎN ŞENGAL

https://youtu.be/k2ZsUD8yiLs

Ş.ORHAN ŞENGAL