Wek tê zanîn, ev demek e li herêmê şer û pevçûn hene. Û her roj ev şer berfireh dibe. Bi taybet ev pêşketinên dawî ku li qada Sûriya diqewimin dide xuya kirin ku ev şer na sekine.
Bê guman ev şer me jî wek hêz û civak elaqeder dike. Tişta ku îro li Heleb û derdora wê diqewime senaryoya 2014′ an tîne bîra me. Ji bo wê xwe ji van pêşketinên ku niha diqewimin qut dîtin, ketina xefletê de ye. Bi tu awayî ne rast e. Demildest divê em wek hêz û civak rewşa xwe binirxînin û ji her alî ve û li gor her rewşa ku dibe biqewime amade bin. Divê em ji bîr nekin ku yek ji sedemên sereke ku em rastî komkujiyekê hatin di sala 2014’an ew bû ku; Me bawer dikir ku wê hinek hêzên derve an cuda me biparêz in. Lê niha em bûne xwedî tecrûbe û bêguman buhayê vê tecrûbê tiştek hêsan nebû û fermanek giran bû.
Dewleta Tirk ku dijminê gelên herêmê ye û bi taybet yê me civaka Êzidî ye. Ji bo ku xeyalên xwe yên dagirkeriyê yên “Osmaniya nû” pêk bîne û herêmê li gor daxwaz û berjewendiyên xwe saz û dîzayin bike. Çeteyên xwe xistine dewrê û dixwaze li her derê şer gur bike û qadê bike cihê şer. Helbet, di nava vê de çavê wê li herêm û xaka me ye.
Li ser vê bingehî em bangî civaka xwe dikin ku hişyar bin û cidiyet û hesasiyeteke mezin bidin raber kirin di derbarê vê rewşa nû de. Bi taybet eşîr, cimaet û rûsipiyên me amade bin. Her wisa em bangê hêzên Êzidî yên cûda dikin ku bikevin ferqa van kêliyên dîrokî de û li gor wê em mil bi mil ji bo parastina xak û rûmeta xwe bibin yek, ji bo her xeteriyê heyî şer bikin û amade bin.
Dîsa em bangê ciwanên xwe dikin ku bi erkê xwe yê Êzidiyatiyê rabin ji bo parastina rûmeta xwe û berê xwe bidine nava refên YBŞ’ê û YJŞ’ê.
Bêguman em ne tenê ji bo parastina Şengal, ji bo parastina her bosta xaka Iraqê amade ne. Û em xwedî wê hêzê û tecrubeyêne.
Silav û Rêzên Şoreşgerî
29-11-2024
FERMANDARİYA GİŞTÎ YA YBŞ’ê